Doza Ozgur Gundemî dîsa hat taloqkirin 2020-09-09 13:10:25     STENBOL - Daneşîna Doza Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin dîsa hat taloqkirin.   Daneşîna doza sereke ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin, li 23’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Di daneşînê de Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Kemal Sancili, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Zana Kaya, Midurê Karê Nivîsê yê Rojnameyê Înan Kizilkaya û Eren Keskîn hatin darizandin. Tenê Eren Keskîn tevlî daneşînê bû.   Ji ber sedem nîşandana parêzeran daneşîn taloqî 24’ê kanûnê bû.