Hevşaredara dewsa wê qeyûm hatibû tayinkirin serbest hat berdan

  • 17:26 10 Tebax 2020
  • Hiqûq
MÛŞ - Hevseroka Şaredariya Gimgimê Ulku Karaaslan a ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin serbest hat berdan. 
 
Di 17'ê Kanûna 2019'an de di encama biserdegirtina malan de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê","Propagandaya rêxistinê"  Hevseroka Şaredariya Gimgimê Ulku Karaaslan hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Yekemîn rûniştina Ulku Karaaslan li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin. 
 
Ulku ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Yekemîn a Osmaniyeyê bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Ulkuyê sûcdariyê di derbarê xwe de qebûl nekir û anî ziman ku ew wekî îradeya gel hatiye hilbijartin û tehliyeya xwe xwest. 
 
Piştî parastina parêzer navber dan rûniştinê. Piştî navbera heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryara tehliyekirina Ulku da.