Hevşaredara dewsa wê qeyûm hatibû tayinkirin serbest hat berdan 2020-08-10 17:26:28   MÛŞ - Hevseroka Şaredariya Gimgimê Ulku Karaaslan a ku dewsa wê qeyûm hat tayinkirin serbest hat berdan.    Di 17'ê Kanûna 2019'an de di encama biserdegirtina malan de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê","Propagandaya rêxistinê"  Hevseroka Şaredariya Gimgimê Ulku Karaaslan hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Yekemîn rûniştina Ulku Karaaslan li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê hat dîtin.    Ulku ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Yekemîn a Osmaniyeyê bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Ulkuyê sûcdariyê di derbarê xwe de qebûl nekir û anî ziman ku ew wekî îradeya gel hatiye hilbijartin û tehliyeya xwe xwest.    Piştî parastina parêzer navber dan rûniştinê. Piştî navbera heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û biryara tehliyekirina Ulku da.