Endama KCD'ê Mukaddes Karakoç hat tehliyekirin

  • 13:43 10 Hezîran 2020
  • Hiqûq
WAN - Endama KCD'ê Mukaddes Karakoç di 2'yemîn rûniştina doza ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin de bi "şerdê kontrola edlî" û "qedexeya derketina derve" hat tehliyekirin. 
 
Endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mukaddes Karakoç sala borî di encama serdegirtina malan de hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha ku hatibû sewqkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin. 2'yemîn rûniştina doza darizandinê ya Mukkadesê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Di çarçoveya tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê  (Covid-19) Mukkadesê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Ji xeynî parêzeran kesekî din negirtin eywana rûniştinê. 
 
Piştî parastinên ku hatin kirin Mukkadesê bi "şerdê kontrola edlî" û "qedexeya derketina derve" hat tehliyekirin. 
 
Rûniştina din taloqî 13'ê Cotmehê hat kirin.