Endama KCD'ê Mukaddes Karakoç hat tehliyekirin 2020-06-10 13:43:09   WAN - Endama KCD'ê Mukaddes Karakoç di 2'yemîn rûniştina doza ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin de bi "şerdê kontrola edlî" û "qedexeya derketina derve" hat tehliyekirin.    Endama Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mukaddes Karakoç sala borî di encama serdegirtina malan de hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha ku hatibû sewqkirin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin. 2'yemîn rûniştina doza darizandinê ya Mukkadesê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Di çarçoveya tedbîrên li dijî Vîrusa Koronayê  (Covid-19) Mukkadesê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Ji xeynî parêzeran kesekî din negirtin eywana rûniştinê.    Piştî parastinên ku hatin kirin Mukkadesê bi "şerdê kontrola edlî" û "qedexeya derketina derve" hat tehliyekirin.    Rûniştina din taloqî 13'ê Cotmehê hat kirin.