Daneşîna doza hevşaredarên Pasûrê hat taloqkirin

  • 14:41 11 Adar 2020
  • Hiqûq
AMED - Daneşîna doza Hevşaredarên Pasûrê û 5 kesên ku bi wan re dihatin darizandin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Daneşîn taloqî dîrokeke din hat kirin. 
 
Li Navçeya Pasûrê ya Amedê piştî di 12'ê Îlonê şer derket û 7 cerdevan hatin kuştin, Hevşaredarên Pasûrê yên HDP'î Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay bi fermana Wezîrê Karên Hundir ji paywirê hatin girtin. Danişîna doza hevşaredaran li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku hevşaredar Mehmet Fatih Taş û Fatma Ay, Hevserokê HDP'ê yê Pasûrê Mehmet Abidin Karaman, Midûrê Karên Fenê yê şaredariyê Şener Aktaş, Namzetên Hevşaredarên HDP'ê yên Pasûrê Mehmet Emin Ay, Endamên meclîsa şaredaiyê Yacel Çete, Umit Fidan de tenê parêzerên wan amade bûn. Dozger xwest dîsa hevşaredar girtî bên darizandin. Lê 10’emîn dadgeha Cezayên Giran a Amedê ev daxwaz red kiribû. Parêzeran xwest belgeyên kêm bên temamkirin.b 
 
Piştre heyeta dadgehê ji bo belgeyên kêm bên temamkirin doz taloqî 17'ê Hezîranê kir.