‘KADES têr nake pêşniyara me ya çareseriyê Peymana Stenbolê ye’

  • 09:04 10 Adar 2020
  • Hiqûq
Denîzcan Abay
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Parêzer Arzu Aydogan diyar ku piştî qetilkirina Emîne Bulut, Wezareta Karê Hundir û Midûriyeta Emniyetê bi hev re KADES yanî Pêkanîna Piştgiriya Jinan amade kiriye û kiriye meriyetê û got ev têr nake. Arzuyê wek pêşniyara çareseriyê Peymana Stenbolê nîşan da.
 
Piştî qetilkirina Emîne Bulut ku li ber çavê dehan kesî bûyer hat jiyîn û ji rayagiştî bertekên mezin girt şûnde wezareta Karên Hundir û Midûriyeta Emniyetê bi hev re KADES yanî Pêkanîna Piştgiriya Jinan amade kir û xist meriyetê. Di pêkanînê de jî zêdebûn çêbû.
 
*Li gorî daneyên fermî 182 hezar û 795 jinî pêkanîna KADES daxist. 10 hezar û 309 kesî li ser pêkanînên îxbar hat kirin û li 5 hezar û 282 kesî mudaxale hat kirin. Gelo KADES û tedbîrên elektronîk yên wek vê di pêşîgirtina şîdeta li ser jin û zarokan bi bandore an na?
 
Ji Platforma Jinan a Mafê Nefeqeyê parêzer Arzu Aydogan, der barê KADES’ê de nirxandin kir.
 
*Pêkanîna KADES’ê çi ye? Em dikarin bêjin ku pêşî li şîdetê digire? Rêxistinên jinan çawa nêzî pêkanînê dibin?
 
Pêkanîna KADES’ê butoneke lezgîn a piştgiriya jinan e. Ev pêkanîn di telefonê de tê daxistin. Jin di rewşên lezgîn de ger pê li butonê bikin, polîsê herî nêz xwe digihêjînê û hewl dide pirsgirêkê çareser bike. Hewl dide ku pêşî li şîdetê bigire. Di esasê de ev yek ji daxwazên me bûn. Em piştgiriyê didin vê pêkanînê. Lê dil dixwest ku ev bi rêxistinên jinan re bihata plankirin û biketa meriyetê.
 
Ji ber ku tişta em dibêjin pêşî lê bêgirtin tenê ji vê butonê pêk nayê. Em rêxistinên jinan yên di qada şîdetê de dixebitin, dibînin ku jinên mexdurê şîdetê çi dijîn. Em dibînin. Me dikaribû ev tecrubeyên xwe ji kesên ku ev xistin meriyetê re ragîhanda. Piştî pêkanînên dikaribû der barê pratîka pêkanînê de bi rêxistinên jinan re bihatana cem hev û agahî bihatana ragîhandin. Lê nehatin ragîhandin. Me bi pergalekê ev fêr kir. Me bi pergala Wezareta Karê Hundir ya di weşana zindî de ya ‘rêxistinên jinan piştgirî neda me’ fêr kir. Em maf didin, lê ev pêkanîn ne piştî kuştina Emîne Bulut, her sal nêzî 400 jinî tê qetilkirin û der barê pêşîgirtina van de dikaribû wek formuleke pêşîgirtinê biketa dewrê û pêk bihata. Me pêkanîna KADES li komên xwe belav kir û gîhand jinan. Heta wezareta karê hundir jî got bikaranîna pêkanînê zêde bûye. Lê dikarîbû ev ji destpêkê bihata kirin. Me dikaribû xwe bigîhanda Emîne Bulut jî. Bi vê mijarê re Peymana Stenbolê jî hat nîqaşkirin. Peyman di 1’ê Tebaxa 2014’an de ket meriyetê. Di ser re 5 sal debas bûn. Di vê pêvajoyê de tenê pêkanîna KADES’ê xistin jiyanê. Em teqez piştgiriyê didin pêkanînê. Lê bi tena serê xwe têr nake. Peymana Stenbolê xwe digihîne 5 rêgezên girîng.
 
*Hun dikarin behsa 4 rêgezên ku Peymana Stenbolê xwe dispêrê çi ne bikin?
 
Pêşîgirtin, parastin, lêpirsîn û polîtîka… Ligel vê koordînasyon jî esasa girîng e. Tişta em ji koordînasyonê fêm dikin ev e ku bi rêxistinên jinan re di koordîneyê de bûyîn û bi saziyên dewletê re di têkiliyêdebûn e. Em wisa fêm dikin ku ji televîzyonan bigirin heta navendên polîsan, hemû saziyên dewletê, wezareta perwerde û hemû wezaret divê di pêşîgirtina şîdeta li ser jinan de bi awayekî koordîne bixebitin. Dema em dinêrin wezareta karê hundir pêkanînekê dide destpêkirin, lê agahiya rêxistinên jinan jê tune, jin tevlî nekirine. Em li vê qadê ne. Em bi jinan re di têkiliyê de ne. Ger pêngavek tê avêtin divê em bên gûhdarkirin.
 
*Li gorî we qelsiyên pêkanîna KADES’ê hene?
 
Tenê welatiyên Tirk yanî bi numareya welatibûnê ya TC jin dikare bikeve vê pêkanînê. Li gorî me ev jî pirsgirêk e. Em dibêjin ku di pêşîgirtina şîdetê de divê em giştî nêz bibin. Ev nêzîkatî ji giştîbûnê dur e û di Peymana Stenbolê de jî giştîbûn esas e. Ligel vê divê her tim înternet hebe. Ji bo butona lezgîn. Divê nasname hebe. Wekê din kes nikare pê li butonê bike. Divê jin di telefona xwe de pê li butonê bikin. Yanî biyanî nabin. Yanî ger hun biyanî bin nikarin pêlê bikin. Ev astengiyên li pêş wekheviyê ne. Ger di nasnameyê de tu mêr bî, trans bî nikarî butonê bi kar bînî. Ji ber vê jî divê demildest ev bên sererastkirin.
 
*Di pêşîgirtina şîdeta li ser jinê de em dizanin ku di çarçoveya qanûna hejmar 6284 de we jî der barê çareseriyê de alternatîf pêşniyar kirine. Pêşketina di pêkanînê de çawa ye gelo?
 
Qanûna hejmar 6284 bi Peymana Stenbolê re ket meriyetê. Ewil bi coş hat pêşwazîkirin. Ji bo polîsan perwerde hat dayîn. Hewl hat dayîn ku senkronîzasyonek pêk bê. Demeke xweş bû lê bi lez û bez bi dawî bû. Di demek kurt de 6284 bû hedef. Bi gotinên wekê ‘malbatê xera dike, şîdeta li ser jinê zêde dike, dema mêr dur dixin zêdetir hêrs dibe û bi ser jinê de diçe’ hedef girtin. Qanûna 6284 hîna heye, lê ger hun bêjin bi awayekî bandor tê bikaranîn, ez nikarim tiştek bêjim û ji niqaşê re vekiriye. Kelepça elektronîk jî yek ji van pêkanînên bê bandor e.
 
* Pêkanîna kelepça elektronîk çima belav nabe?
 
Dema mijar dibe pêşîgirtina şîdeta li ser jinan butçe tune dibe. Mijara kelepça elektronîk mijarek girêdayî butçeyê ye. Ji ber vê jî di runiştinan de biryarên wisa nayên girtin. Wek pêkanînek pîlot ma. Ev parçeyeke giştîbûnê ye. Divê hemû parçe bi awayekî bandor bên bikaranîn ku polîtîka der barê pêşîgirtina şîdeta li ser jinan jî bê pêşxistin. Lê mixabin em ji vê dur in.
 
*Alternatîfên çareseriyê yên rêxistinên jinan çine?
 
Divê Peymana Stenbolê tîp bi tîp pêk bê. Ev peymaneke navneteweyî ya ku ewil Tirkiyeyê îmze kiriye. Ji ber ew metn li qadê bi rêxistinên jinan re hat nivîsîn û mekanîzmayeke wê ya kontrolê jî heye (GREVIO).Ger dewlet raporên me li ber çavan bigire, wê pêşketin çêbibe.
 
Parêzer Arzu Aydogan kî ye?
 
Ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê mezun bû. Ji salên xwendekariyê yanî ji sala 2009’an heta niha di komeleyên li dijî şîdeta li ser jinan têdikoşin de cih girt. Ji 2016’an heta niha jî li KADAV’ê piştgiriya hiqûqî dide jinên rastî şîdetê hatine.