'Xwedîderketina li Birêz Ocalan, xwedîderketina li nirxê azadî û doza kurd e'

  • 09:32 5 Adar 2020
  • Hiqûq
Roj Hozan
 
QAMIŞLO - Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger, derbarê şewata daristana  li Girava Îmraliyê rû dabû û de got: "Xwedîderketina li Birêz Ocalan, xwedîderketina li nirxê azadî û doza kurd e. Pêwîst e tecrîda giran dewam neke."
 
Di 27’ê Sibatê de li Girava Îmraliyê cihê girtîgeha ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê dimînê, şewat rûda. Heta niha agahiyên zelal li ser sedemên derketina şewatê ne hatine zanîn. Herî dawî malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pê re hevdîtin kir. Têkildarî mijarê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Zelal Ceger , gûmanên derketina şewatê, qeyrana tengaviya tirkiyeyê û xwepêşandanên gel ji bo zanîna rewşa  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi gotubêjekê ji ajansa me re nirxand. 
 
Şewata bi guman a ku li Girava Îmraliyê rû da, hûn çawa dinirxînin?
 
Dema ku me bihîst şewateke wisa li Girava Îmraliyê rûdaye, vê yekê gelek guman bi me re dan çêkirin. Ji ber em dizanin di vê rewşa hewayê de çûn û hatina li Îmraliyê tune ye. Ji bilî kesên ku bi dewletê re eleqadar dibin, dikarin biçin wir. Bi vê bûyerê ve girêdayî em ketin nava gumanan ku rewşa tendurstiya birêz Ocalan di nava xeteriyê de ye. Em wisa difikirin ku dewleta tirk van tiştan bi zanebûn dike, rewşa ku niha derdikeve pêş bandorê li ser jiyana Birêz Ocalan dike. Em dibînin ku ev 21 sal in li ser komploya navneteweyî re derbas dibe, salvegerên ku derbasbûyî taybet di meha Sibatê de anîne ziman ku şewateke li Îmraliyê derketiye, her kes vê rastiyê dizane ku dewleta tirk dixwaze projeya birêz Ocalan ne be kilîta çareseriya aloziyên heyî. Piştî berxwedana Leyla Guven û hevdîtina ku birêz Ocalan re hat kirin, di nava wan hevdîtinan de ji nû de birêz Ocalan çareseriyên mayinde yên derheqê tevahî gelan de û di Rojhilata Navîn de derxist pêş. Di nêrînên birêz Ocalan de dema ku got ez amade me ji bo çareseriya li Sûriyeyê, Tirkiye û Rojhilata Navîn, dewleta tirk careke din hevdîtin qut kir. Ji bo wê her diçe tecrîd  li ser birêz Ocalan girantir dibe.  Pêwist e tecrîd bê rakirin û hevdîtin bi parêzeran re bên kirin. Bi dîlgirtina birêz Ocalan re dewleta tirk tevahî civaka Rojhilata Navîn, dîl digire.
 
Armanca şewata Girava Îmraliyê çi ye?
 
Armanca vê şewatê vê yekê dide nîşandan ku dewleta tirk her dem vê yekê ji me re dibêjê 'Rêberê we di destên me de ye û pêwist e em we tune bikin'. Hikûmeta AKP’ê tu caran ber bi çareseriyê ve nehatiye, tevî hewildanên mezin yên birêz Ocalan ji bo çareseriyê. Herî dawiyê jî ev derket pêş ku dewleta tirk nahêlê birêz Ocalan cihê xwe di çareseriyê de bigire. Tişta ku bala mirovan dikşîne ku dewleta tirk di  nava tengaviyekê de dijî, her ku tengav dibe dihêlê ku hevdîtin bi birêz Ocalan re bên çêkirin. Dibe ku dewleta tirk naxwaze bi rengekî rast e rast hevdîtina bide çêkirin, dixwaze gelê me bikeve nava helwesteke cuda. Di her gavekê de gelê me ji bo birêz Ocalan li qada ne. Aloziya ku niha Tirkiye tê de derbas dibe di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de, heya radeyekê xetimiye, ji bo wê bi rêbazên cuda êrîşî her derê dike. 
 
Şewata Girava Îmralî û qeyrana ku niha Tirkiye tê de derbas dibe ger mirov bi hev girê bide, hûn çawa şîrove dikin? 
 
Dema ku mirov li rewşa tirkiyeyê mêze dike, mirov dizane ku temenê Erdogan kin dibe. Ji şerê cîhanê yê sêyemîn ve dewleta tirk xwest di  van deh salên dawiyê de temenê xwe dirêj bike, di vê derbarê de gelek nêzîkbûn derxit pêş.  Di pêvajoya 2014 û 2015’an de Tirkiye xwest bi rengekî demokratîk xwe bide pêş, lê belê rastiya dewleta tirk eşkere bû, dema ku gelê me li Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya xwe ya Xweser îlan kir.  Rastiya dewletê derket pêş ku demokrasî, azadiya gelan û sîstema demokratîk  naxwaze, ji bo ku her dem diktatorî û faşîzma xwe li her deverê  bi kar bîne. Dewleta tirk malên gel hilweşand, cihên dîrokî topbaran kir û gelek mirov heya niha di zindanên wê de ne. Ji sala 2016’an û şûnde hikûmeta AKP’ê dest bi hewildaneke nû kir, gefên  wê li ser hemû parçeyên Kurdistanê  vê yekê dide nîşandan, yan wê Gelê Kurd xwestekên wan bi cih bikin û li dijî siyaseta wê dernekevin, yan jî ew nahêlê tu kes bibe xwedî welat. Di Rojavayê Kurdistanê de dema ku  Tirkiyeyê dît sîstema Rêvebriya Xweser li ser esasê projeya netewa demokratîk li pêş ket, kiryarên qirêj derxist pêş, bi dewletên din re kete nava tifaqê û êrîşî herêmên me kir. Ji bo ku bikare destwerdanê li ser Rojhilata Navîn bide çêkirin û weke fatihê islamî  xwe bide nişandan, xwest wê rolê bide xuyakirin.  Ev yek bi ser neket ji ber rastî eşkere bû. Di Rojavayê Kurdistanê de berxwedana gelê me ya li hember terorê siyaseta tirkiyeyê vala derxit. Erdogan serkêşiya DAIŞ’ê  dike, tehdîdan li civaka navneteweyî jî dike, şerê ku îro li Idlibê rûdide destê wî tê de heye, dagirkeriya wî ji axa Sûriyê re û  çûyîna wê ya Lîbyayê ku dixwaze hebûneke xwe di wir de jî çêbike, ev hemû didin diyarkirin ku bê çiqas siyaseta wan ya dagirkerî û qirkirinê ye. Ew dixwaza tevahî Rojhilata Navîn bike bin destê xwe. Bi nêrîna me Tirkiye  di nava tevlîheviyê de ye û nikare xwe jê xelas bike.
 
Bertekên gel li hember şewata li Îmraliyê, çi girêdanê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dide diyarkirin?  
 
Weke Gelê Kurd dema ku em birêz Ocalan dinirxînin, em weke pêşengê azadiyê, jiyana nû, wekhevî û demokrasiyê wî pênase dikin. Her kes dizane bi hezarê salan her çiqas gelan li ber xwe da ji bo jiyaneke nû ji mirovahiyê re ava bike, bi ser ne ketin, ji ber ku sîstemên ku hatin avakirin şaş ava bûn û dema ku sîstem li ser bingiheke şaş be, ew sîstem nikare xwe nû bike. Birêz Ocalan ev yek şîrove kir û danî ber çavan ku xeta herî rast ji bo vê civakê, sîstema netewa demokratîk e, li dijî sîstema dewletê , sîstema netewa demokratîk edaletê û wekheviyê dipejirîne. Ev sîstem ya herî guncav a li hember siyaseta desthilatdar ya dewletê, xeleka wê jî jin bû. Dema ku dijmin xwestin vê sîstema demokratîk tune bikin, li hember wan vîna gel derket pêş,  bi israr û têkoşînê sîstema xwe li ser piyan hiştin. Kesê ku fikir û felsefeya birêz Ocalan himbêz kir, pê bandor bûne û ji bo azadiya wî xebat dike. Xwedîderketina li birêz Ocalan, xwedîderketina li nirxê azadî û doza kurd e. Ev yek bi taybet ji jinan tê xwestin ku  ji bo birêz Ocalan li qada bin û asta têkoşîna xwe mezin bikin.