Dadgehê derbarê êrîşkar de cara 3’yemîn 10 sal ceza lê birî

  • 13:01 3 Adar 2020
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Li Silopiyayê zaroka 14 salî bi êrîşa zayendî yê Eşref Yîgîtê ve rûbirû mabû, dadgehê 10 sal ceza lê birîbû. Lê belê dadgeha îstinafê careke din cezayê Eşref Yîgît xera kiribû. Dadgehê cara 3’yemîn di derbarê Eşref Yîgît de 10 sal ceza lê birî.
 
Di 2017'an de li Silopiyaya Şirnexê zaroka 14 salî bi êrîşa zayendî ya Eşref Yîgît ve rûbirû ma. Eşref Yîgît di 21'ê mijdara 2017'an de hatibû binçavkirin û piştî rojekê di bin çavan de ma û hat girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê îdianameya der barê Eşref Yîgît de qebûl kiribû û 10 sal ceza lê birîbû. Piştî ku parêzerê Eşref Yîgît doz bir ji Dadgeha Îstinafê ya Dîlokê biryara cezayê hat xera kirin. 
 
Piştî ku biryar hat xerakirin Eşref Yîgît ji nû ve hat darizandin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê careke din bi heman tawanbariyê 10 sal ceza li Eşref Yîgît birî. Parêzerê Eşref Yîgît careke din dosye ji îstinafê re şand û dadgehê careke din biryar xera kir. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Cizîrê re cara 3’yemîn dîsa di derbarê Eşref Yîgît de 10 sal ceza lê birî.