Derbarê rojnameger Ferda û Seyhan de 19 mehe îdianame nehatiye amadekirin

  • 09:16 29 Sibat 2020
  • Hiqûq
Safiye Alagaş
 
STENBOL- Rojnameger Ferda Yilmazoglu û Seyhan Çîçeklî ya HDP’î tevî ku 19 meh in girtî ne îdianameya wan hîna nehatiye amadekirin. Parêzer Okan Selçuk diyar kir wê dosyayê bibin DBB û DMME’ê.
 
Di 4’ê Tebaxa 2018’an de li Stenbolê rojnameger Ferda Yilmazoglu û Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Seyhan Çîçeklî hatin binçavkirin û bi îdiaya endamtiya rêxistinî hatin girtin. Di çarçoveya heman dosyayê de der barê Teymen Ozturk û Faruk Ozturk de jî bi hinceta ‘alîkariya rêxistinê’ biryara girtinê hat dayîn. Der barê 4 kesî de tevî 119 meh derbas bûye jî îdianame nehatiye amadekirin û wisa derxistin pêşberî dadger. Ferda û Seyhan ku di bin çavan de rastî îşkenceya fîzîkî hatin, hatin girtin û şandin girtîgeha Hejmara 9 a Sîlîvriyê.
 
‘Pêvajoya qanûnî ya 18 mehî tije bû’
 
Parêzerê Ferda û Seyhanê Okan Selçuk da zanîn ku biryara sînorkirinê dane ser dosyayê û got her meh îtîrazê girtina muvekîlên xwe dikin lê her carê tê redkirin. Okan got herî dawî di 18’ê Çile de li 9’emîn Dadgeriya Cezaya Sulh a Stenbolê îtîraz kirine û got di daxwaznameyê de diyar kirine ku pêvajoya qanûnî ya 18 mehî tije bûye.
 
‘Me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da’
 
Parêzer Okan got bi pakêta daraza nû re, girtiyekî ku pêvajoya girtinê 18 meh tije kiribe, ancax bi hinceta ku dozger nîşan bide dikare 6 meh bê dirêjkirin. Okan wiha got: “Niha ji bilî payînê em nikarin tiştekî bikin. Bi hinceta Ferda nasnavê ‘Arjîn’, Seyhan jî ‘Evîn’ bi kar tîne hatin girtin. Ji bilî vê der barê dosyayê de tiştek nizanim. Heta em zanin ku ev îfade jî di dosyayê de hene an na. Tu tiştekî şênber tune ye.”
 
‘Me encam ji Dadgeha Destûra Bingehîn negirt’
 
Okan destnîşan kir ku berê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dane lê encamek negirtine û got wê dîsa serî lê bidin ger encamek erênî negirin wê dosyayê bibin Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME).