Daneşîna Fîgen Yuksekdag hat taloqkirin

  • 15:12 27 Sibat 2020
  • Hiqûq
ENQERE - Daneşîna doza ku Fîgen Yuksekdag jê tê darizandin 12'emî Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Fîgen ji ber pirsgirêkên teknîkî tevli nebû û daneşîn taloqî 19'ê Adarê hat kirin.
 
Daneşîna 3'emîn a doza ku Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag jê tê darizandin li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin. Fîgen a ku wê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bibûna ji ber pirsgirêkên teknîkî nebû. Lê parêzerê wê di daneşînê de amade bû. 
 
Parêzerê Fîgenê xwest ku dosyaya wê ya li 16'emîn Dadgeha Cezayê Giran bi dosyaya ku jê girtî tê darizandin re yek bikin, hetyeta dadgehê jî daxwaza parêzer qebûl kir û daneşîn taloqî 19'ê Adarê kir.