‘Newekheviya zayenda civakî jinan neçarî nefeqeyê dike’

  • 09:02 19 Sibat 2020
  • Hiqûq
Gulîstan Azak
 
STENBOL - Parêzvana mafê jinan parêzer Hatîce Can, diyar kir ku newekheviya tê ferzkirin, jinan neçarî nefeqeyê dike û got: “Nefeqe ne alava dewlemendiyê ye. Jinan dewlemend nake. Heta têrî debara wê jî nake. Ji ber nefeqe têr nake jî jin neçar dimînin di karên bê ewle de bixebitin.”
 
Tê payîn ku di çarçoveya Belgeya Stratejiya Reforma Darazê de, ku sererastkirina sînorkirina nefeqeyê jî tê de pakêta duyemîn a ji 30 xalî pêk tê pêşkêşî Serokatiya TBMM’ê bê kirin. Li gorî encamên rapora ‘Lêkolîna Nefeqeya Xizaniyê’ ya di cotmeha 2019’an de ji aliyê Weqfa Piştevaniya Jinan ve hatiye aşkerakirin, ji sedî 66,4’ê nefeqeyê di navbera 0-500 TL de ye û navbera wê jî 262 TL ye. Li gorî lêkolînê ji sedî 50,7’ê ku nefeqe lê hatiye ferzkirin jî, qet nehatiye dayîn.
 
Parêzvana mafê jinan parêzer Hatîce Can der barê mijarê de axivî.
 
Hatîceyê daneyên newekheviya zayenda civakî ya li welat bi bîr xist û û got ji bo jin debara xwe bikin dayîna nefeqeyê hewcedariyeke û got: “Beramberê nefeqeyê debara wê ye. Li welatê me mixabin wekheviya zayenda civakî tune ye. Tirkiye di vê mijarê de di rêza binî de ye. Her sal Tirkiye hinek din şûnde dikeve.”
 
‘Jin bi pirsgirêkên debarê re tên rû hev’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku qadên îstîsdama jinan kêm in û malbatên rewşa wan a aborî û perwerdehiyê nebaş zewacê wek alava debarê dibînin û got: “Jinên di temenê biçûk de tên zewicandin, piştî destberdanê kar nabînin û ji ber vê jî dikevin zehmetiyê. Ji ber vê jî di karên bê ewle de dixebitin. Di vê rewşê de jî mafê nefeqeyê dikeve dewreyê. Nefeqe ne tenê mijareke ku ji mêran tê girtinê ye. Aliyê ku rewşa wan ya aborî baş e, nefeqeyê didin. Di civakê de ji ber sedemên newekhevî û rolên zayendî yên li jinan tê ferzkirin, beşa ku herî zêde dixebitin mêr in. Ji ber vê jî nêrîneke wisa ku nefeqe ji mêran tê girtin heye. Yanî nefeqe ne wisa ye, ji aliyê ku rewşa wan ya aborî baş e tê girtin. 
Nefeqe divê wek alava dewlemendiyê neyê dîtin.”
 
Hatîceyê bi lêv kir ku hinek mêr der barê nefeqeyê de di bin navê ‘mexdûrên nefeqeyê’ de dibin yek û li dijî jinan gotinan dibêjin û hikûmet jî alîkariyê didin van gotinan. Ev jî bi qanûnên tûrik ên ku tînin meclîsê bi awayekî aşkera tê dîtin.