Ceza li 90 kesên ku daxwaza perwerdeya zimanê dayikê kiribûn, hat birîn

  • 16:59 18 Sibat 2020
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Di 2015'an de bi daxwaza perwerdeya zimanê dayikê li Îzmîrê çalakî hatibû lidarxistin. Di çalakiyê de 90 kesên ku hatibûn binçavkirin û doz li wan hatibûn birîn herkê 5 mehî cezayê girtîgehê li wan hat birîn. 
 
Bi banga şaxên KESK, Egitim-Sen û Komeleyên Elewiyan ên Îzmîrê ji daxwaza perwerdeya zimanê dayikê di 2015'an de çalakî li Îzmîrê hatibû lidarxistin û polîsan êrîşî çalakiyê kiribûn. 90 kesên ku di çalakiyê de hatibûn binçavkirin li wan doz hatibû vekirin. 
 
Di 15'emîn rûniştina doza li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Îzmîrê hat dîtin li 90 kesî 5 mehan ceza hat birîn.