Li gumanbarê ku sê kes qetil kir, sê caran cezayê muebetê

  • 09:09 18 Sibat 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Gumanbar Mehmet Salîh Bulgan ku di 2018’an de du jê jin sê kes qetil kir, ji sûcê ‘plankirî kes kuştin’ sê caran rastî cezayê muebeta giran hat. Çawîşê bi navê F.D ku ji bo gumanbar çek peyda kiribû jî piştî komkujiyê bi lez û bez teqawît bû.
 
Li Şemrex a Mêrdînê bi navê Mehmet Salîh Bulgan, di 2017’an de jina bi navê Rojda Andiç ya 17sa lî bi zorî ji dibistanê revand û pê re zewicî. Di 2018’an meha kanûnê de Rojda li dijî şîdeta ku didît, çû cem malbata xwe. Li ser vê Mehmet Salîh Bulgan çû malbata Rojdayê û li malê du jin bi giştî 3 kes qetil kiribû.
 
Derket holê ku ji ber şîdeta li ser Rojdayê 6 meh biryara durketina Mehmet Salîh Bulgan hebûye û ji ber sûcekî hatiye girtin û piştî hatiye tahliyekirin jî ev komkujî pêk aniye. Di îdianameya ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin de, hat diyarkirin ku gumanbar Mehmet Salîh Bulgan tifing ji kesê bi navê F.D ku wê demê ji Şemrexê çawîş bû girtiye.
 
Rûniştina biryarê di 10’ê sibatê de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin û ji bo Mehmet Salîh Bulgan ji sûcê ‘plankirî kuştin’ sê caran cezayê muebeta giran hat dayîn. Ji aliyê parêzeran ve hat diyarkirin ku F.D yê ku çek ji gumanbar re peyda kiriye jî bi lez û bez teqawît bûye.