Bavê Rojîn a hat qetilkirin: Jin wê çawa li cihê ne ewle bijîn?

  • 12:24 16 Sibat 2020
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Bavê Rojîn Yetîş ku ji aliyê mêrê pê re hatibû zewicandin ve hat qetilkirin Orhan Onay, tevî daneşîna doza qetilkirina  Rojê ku di rojên borî de hat dîtin bû xwest ku gûmanbar bi cezayê herî zêde bê cezakriin û wiha got: "Tenê di sala 2019'an de ji 400 zêdetir jin hatin qetilkirin.  Mêr ji bo mêrantiya xwe ispat bikin jinan qetil dikin. Ewlehiya jinan tune ye, wê jin çawa li cihê ne ewle bijîn."
 
Li taxa şehîtlikê ya navçeya Yenîşehira Amedê Rojîn Yetîş a 19 salî , di 6'ê Kanûna 2018'an de ji aliê mêrê pê re hat zewicandin  Mahsun Yetîş ve hat qetilkirin. Piştî bûyerê gûmanbar hat binçavkirin û ji aliyê 5'emîn Dadgeriya Suhceza ya Amedê ve hat girtin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Mahsun Yetîş ê ku Rojînê qetil kir de di sala 2019'an de bi sûcdariya, "bi hîstên hovanê qetilkirin û bi îşkenceyê qetilkirin", "bi pişan kuştinê" û "bi qetstî hevjîna xwe kuştinê" îdaname amade kir. 
 
Di îdanameya ku ji îfadeya bavê Rojînê Orhan Onay û biryaê wê Abdulkadîr Onay re cih hat dayîn de, bavê û biryaên Rojînê xwestin ku gûmanbar bi cezayê herî giran bê cezakirin.
 
'Min derew kir û min got min dixapîne'
 
Dîdanameyê de ku îfadeya Mahsun Yetîş hatiye girtin wiha tê gotin, "Kincên hevalekî min ê bi navê S.S. li cem me bûn û hat  ku kincên xwe bigre. Dema ku S.hat min hişbir bi kar anîbû. Ji ber ku min S. re berê jî me bi kar anîbû  ji min re got wer em biçin cem me û bi kar bînin. Piştî ku min got ez nayêm min niha bi kar aniye ji bo ku min li gel xwe bibe S.israr kir.  Min xwest ku ji malê biçe. Hevjîna min jî got herdu jî neçin.  Lê min di çûna S.de israr kir û piştî ku neçû li birayê xwe geriyam  û min got hevjîna min min dixeapîne û min derew kir. Ez ji avahiyê derketim û min hevjîn û hevlê xwe tenê hiştin. Piştî ku birayê min hat bi carekê re min dît ku hevjîna min hewl dide li balkonê întîhar bike. Ji ber ku min derî kilît kiribû cîranan derî şikandin û ketin hundir.  Ez û birayê xwe jî em ketin hundir û me li S. da. Polîs hatin û min û biryayê min binçav kirin, rojîn jî dest ji hewldana întîharê berda. Piştî wê hevjîna min çû îzmîrê gel meta xwe û li wê ma."
 
'Dema ku ez çûm hevdîtinê min kêr li gel xwe bir'
 
Di îdanameyê de tê gotin ku Rojîn piştî bi demekê ji bo zaroka xwe bibîne bi bi Mahsun Yetîş re ketiye têkiliyê. Gûmanbar diyar dike ku piştî bi hev re têkilî danîne zaroka xwe Y. ji mala dayika xwe girtiye û ji bo ku Rojînê bibîne birye mala xizma Rojînê N.A. Gûmanbar di berdewamiyê de wiha dibêje: "Roja bûyerê dema ku min zarok ji cem dayika xwe girt min kêrek jî girt gel xwe.  Min ji ber ku dibe Rojîn diare israr bike bibêje ezê zarokê bigirim gel xwe kêr bi xwe re bir. Piştî ku N.A. em tenê hiştin ez û Rojînê axivîn û piştî ku axaftin veguherî niqaşan jî min Rojînê kuşt."
 
Îdanameya ku hat amadekirin ji aliyê 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.
 
Daneşîna dozê ya 3'emîn di 11'ê sibatê de hat dîtin. Mahsun Yetîş û parêzerê wî Hayrettîn Guzel, wekîlê Muduriyeta Wezareta Karên Civakî Malabtê, parêzer Rwmzî Atalay li daneşînê amade bûn û bavê Rojînê Orhan Onay ku bi gûmana sûcekî din di girtîgehê de ye ji girtîgeha  bi rêya SEGBÎS'ê tevli dozê bû.
 
Gûmanbar îfadeya xwe ya berê dubare kir û tahliye xwest, parêzerê gûmanbar jî got, 'gumabar cînet derbas kire' û hewl da ku bûyerê bincil bike.
 
Ji bav ji bo parêzerê gûmanar: Hûn çawa diparêzin?
 
Piştre bavê Rojînê ku axivî Orhan Onay bal kişand ser qirkirina jina û wiha got: "Tenê di sala 2019'an de ji 400 zêdetir jin hatin qetilkirin.  Mêr ji bo mêrantiya xwe ispat bikin jinan qetil dikin. Ewlehiya jinan tune ye, wê jin çawa li cihê ne ewle bijîn. Zarokên we jî hene û hûn jî bav in ez dixwazim ku gûmabar cezayê herî giran bigire. Herwiha ez parêzerê gûmanbar jî rexne dikim çawa dikare kujerê jinekê biparze."
 
Heyeta dadgehê biryar da ku "şertê konrola edlî têre nake', xwest ku rewşa girtî ya gûmanbar berdewam bike û doz taloqî 20'ê Nîsanê kir.