Rûniştina Hêvîdarê hat taloqkirin

  • 13:57 13 Sibat 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Rûniştina Hêvîdar Dolaşir a di Doza Nisêbînê ya ji hev hat cudakirin de, tê darizandin hat taloqkirin. 
 
Di 26'ê Gulana 2016'an di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbîn a Mêrdînê de 17 jê zarok 70 kes ji bajêr hatibûn derxistin û paşê doz li wan hatibû kirin. Yek ji van kesan jî Hêvîdar Dolaşir bû. Rûniştina Hêvîdar a ji Doza Nisêbînê hatibû cudakirin, hat dîtin. Hêvîdar beşdarî danişînê bû. 
 
Rûniştinê piştî tespîta nasnameyê dest pê kir. Hêvîdar di danişînê de parastin kir û wiha got: “Ji bo ku li dijî mutalaya dozger parastinê bikim, ez dem dixwazim.” Parêzerê beşdarî danişînê bû jî, ji bo amadekariya parastina li dijî mutalayê dem xwest.  
 
Dadgehê daxwaza Hêvîdar û parêzer qebûl kir û danişîn taloqî 4’ê Hezîranê kir.