Yekemîn rûniştina doza êrîşa zayendî di 4’ê Nîsanê de ye

  • 09:09 12 Sibat 2020
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Li Mêrdînê zarokekî 17 salî li hember gelek zarokan êrîşa zayendî pêk anîbû û piştî îdianameya derbarê wî de hat amadekirin şûnde wê rûniştina wî ya yekem di 4’ê nîsanê de bê dîtin.
 
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê hat hînbûn ku zarokekî 17 salî yê Tevlî Sûc Hatiye Kirin (SSÇ) li hember gelek zarokan êrîşa zayendî pêk aniye. Yek ji zarokên ku rastî îstîsmarê hatibû bûyer ji dayika xwe re vegot û piştî vê lêpirsîn hat destpêkirin û îdianameya hat amadekirin jî di 10’ê Mijdara 2019’a de ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin.
 
Li hember gelek zarokî êrîşa zayendî pêk anî
 
Li dijî SSÇ yê ku li taxê li dijî gelek zarokan êrîşa zayendî pêk anî, serlêdana sûc hat kirin û dayika ku zarokê wê jê re gotibû mijar bir darazê. Di îdinameya hat qebûlkirin de bi daxwaza cezakirinê SSÇ îfadeya xwe da û di îfadeyê de gotinên wî yên ‘dema min ev dikirin, hişê min ne li serê min bû’ bal kişand.
 
Rapora Tipa Edlî jî îdiaya ‘hişê min ne li serê min bû’ derewand. Di îdianameyê de hat xwestin ku SSÇ ji sûcên ‘êrîşa zayendî ya li hember zarok’ û ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’ bê cezakirin.”
 
SSC yê negirtî tê darizandin wê rûniştina wî ya ewil di 4’ê Nîsanê de bê dîtin.