Rûniştina Muteberê ya hat qetilkirin di 8’ê nîsanê de ye

  • 09:09 11 Sibat 2020
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Li navçeya Bismil a Amedê di 3’yê mijdara 2019’an de mêrê bi navê Hasîp A. hevjîna xwe Muteber A. qetil kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianame amade kir û ji aliyê 13’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Yekemîn rûniştin wê di 8’ê nîsanê de bê dîtin.
 
Li taxa Altiok a navçeya Bismil a Amedê jina bi navê Muterber A. di 3’yê mijdara 2019’an de ji aliyê Hasîp A. ve hat qetilkirin. Hatîp A. piştî bûyerê hat girtin û serdozgeriya Komarê ya Amedê jî der barê Hasîp A. de ji sûcên ‘ji qestî kes kuştin’, ‘bi ezyet û çavsoriyê kuştin’ îdianame amade kir.
 
Di îdianameyê de hat diyar kirin ku rojek beriya bûyerê nîqaş hatiye jiyîn û roja bûyerê jî pevçûnê berdewam kiriye û gumanbar bi alava birînê Muteber A. qetil kiriye. Her wiha hat diyar kirin ku gumanbar di îfadeya xwe de îdia kiriye ku ev 10 sale bi Muteberê re lihev nedikirin û nîqaş dikirin û gumanbar di îfadeyê de îdia kiriye ku Muteberê ew bi kesekî din re xapandiye.
 
Li gorî rapora otopsiyê jî li bedena Muteberê li cihên cuda bi giştî 24 darbeyên kêrê hene. Yekemîn rûniştina dozê di 8’ê nîsanê de wê bê dîtin.