Parêzer Gulşen: Biryara DDB’ê ya derbarê Abdullah Ocalan de wê mînak be

  • 09:11 7 Sibat 2020
  • Hiqûq
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Parêzer Gulşen Ozbek biryara DDB’ê ya der barê kampanyaya ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwest, nirxand û got: “Yên dixwazin tecrîd rabe daxwazeke rewa dikin. Der barê van kesan de lêpirsîn û darizandin nayê qebûlkirin. Ez bawerim ku wê biryara DDB di dosyayên bi vî awayî de mînak be.”
 
Der barê du kesên ku di çarçoveya kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin de, formayên ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser bû belav kiribûn û ji ber vê jî ji ‘propaganda rêxistinê’ rastî 10 sal ceza hatin. Lê Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) biryar da ku ev ceza binpêkirina azadiya fikr û ramanê ye. Parêzer Gulşen Ozbek biryara DDB’ê nirxand.
 
‘Di biryarê de azadiya fikr û ramanê tê destgirtin’
 
Gulşenê da zanîn ku biryara ku DDB’ê daye di esasê de ew bi taybet li ser sekinîne û got di biryarê de bi awayekî berfireh der barê azadiya fikr û ramanê de nrixandin cih digirin. Gulşenê di berdewamiya axaftina xwe de biryara DDB’ê, biryareke ku dadgehê herêmî dide ber lêpirsînê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DDB’ê îfade kiriye ku rewşeke ku pesin dide û şîdetê teşwîq dike tune. Birêz Ocalan yek ji dehzaran girtiyên li Tirkiyeyê ye. Lê ji mafên xwe fêdeyê nagire. Mafê û azadî nayê nasîn. Di qanûnê de ji bo kesekî girtî mafên wan tê rêzkirin. Lê ev maf li Îmraliyê nayên bikaranîn. Ev maf hatine rawestandin. Merciyên darazê li cihekî ku Birêz Ocalan raste rast krîmînalîze dike disekine.”
 
Gulşenê daxuyakirin ku daxwazkirina rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan, daxwazkirina azadiyê ya ji bo Ocalan û hildana wêne ne sûc e û yên vê tînin ziman jî bangekek şîdetê nakin.
 
‘Divê tecrîd bê rakirin’
 
Gulşenê balkişand ser biryara DDB’ê û got di biryarê de der barê rakirina tecrîdê an jî sererastkirina şert û mercên Abdullah Ocalan de nirxandineke tune û got: “Lê em bi vê biryarê encaman derdixin. Yên daxwaza rakirina tecrîdê dikin, daxwazeke rewa tînin ziman. Darizandin û lêpirsînkirina van kesan nikare bê qebûlkirin. Biryara DDB’ê ji ber vê yekê jî di vê mijarê de mînak e. Divê şert û mercên tecrîda giran jî rabin.”