Rûniştina Rojnameger Dûrket Suren hat taloqkirin

  • 16:24 5 Sibat 2020
  • Hiqûq
AMED - Rûniştina Rojnameger Dûrket Suren a li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin ji ber kêmasiya raporan hat taloqkirin.
 
Derbarê Rojnameger Dûrket Suren de ji ber axaftina telefonên ji bo bernameya "Nêrîna Jinê" ya 2017'an, parvekirinên twitterê, firotina Rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundem, Endamtiya Cemiyeta Rojnamegerên Azad (OGC), bi idiaya "propagandaya rêxistinê","alîkariya ji bo rêxistinê" doz hatibû vekirin. 3'emîn rûniştina doza ku bi daxwaza cezayê ji 8 salan heta 20 salî hatibû vekirin li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dûrketê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Dûrketê, Pîrozhan Karali, Yusuf Erdogan beşdarî rûniştinê bûn. 
 
Heyeta dadgehê piştî navberê biryar da ku ew ê li hêviya raporên derbarê tevgera hesaban a MASAK'ê, derbarê lêkolîna krîmînal a Muduriyeta Emniyeta Amedê û metaryelên dîjîtal ên Dûrketê yên ku dest xistibûn ser, bin. Loma rûniştin taloqî 18'ê Gulanê hat kirin.