Qetilkirina Eylem ku wekî "qetilkirina jinan' hat pênasekirin parêzer xemgîn kir!

  • 14:01 4 Sibat 2020
  • Hiqûq
RIHA - Jinên tevli daneşîna gûmanbarê bi navê Huseyîn Tîler ku ji qetilkirina Eylem Tilêr tê darizandin bûn,  bertek nîşanî helwesta parêzerê gûmanbar ku got "Cihgirtina bûyerê di medyayê de wekî qetlkirina jinan me xemgîn kir" dan.
 
Li navçeya Wêranşar a Rihayê  di 12'ê Cotmeha 2017'an de jina bi navê Eylem Tîler li mala xwe bi çekê qetilkirî hatibû dîtin û hatibû îdakirin ku Eylemê Întîhar kiriye. Lê li ser Giliyê malbata Eylemê mêrê bi navê Huseyîn Tîler ku Eylemê pê re hatibû zewicandin wekî gûmanbar hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû girtin. Di encama kontrola Balîstîk de li ser destê Huseyîn Tîler şopa bahrûdê hatibû dîtin. Daneşîna 6'emîn a Doza ku Huseyîn Tîler jê tê darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.  Di daneşîna ku hat dîtin de gûmanbar Huseyîn Tîller ê girtî , parêzerê wî Muharem Tîller, Îsmaîl Alakuş, Seroka Komeleya Piştevaniya bi Jinê re ya Yaşam Evî û di heman demê de parêzera Eylemê  Zeynep Dîlek Polat, endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) , Komeleya Jinan a Rosayê, Platforma Jinan a Rihayê  û parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu amade bûn.  
 
'Divê dadgeh cezayê herî giran bidin'
 
Parêzera Eylem Tîler Dîlek Polat, di parastina kir de wiha got: “Di meha Çile de 27 jin hatin kuştin. Divê dadgej kuştina jinan pişt guh nekin. Em dixwazin ku bersûc Huseyîn Tîller bi awayekê herî giran bê cezakirin.”
 
Ji parêzerên dozê Fazîlet Taştan jî, da zanîn ku ew weke Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Rihayê dixwazin mudaxilê dozê bibin û wiha parastin kir: “Em hemû ji ji kuştina Eylem Tîller bi bandor bûne. Em dixwazin ku cezayê herî giran li bersûc bê birîn û dayika wî Hanî Tîler bê girtin.” 
 
Parêzerê Huseyîn Tîler Selîm Tîler, di parastina kir de, îdîa kir ku muwekîlê wî Eylem Tîler ne kuştiye ji ber ku bûyer di medyayê de wekî kuştina jinan hatiye dîtin jî xemgîn bûne û xwest bersûc negirtî bê darizandin. 
 
Şandeya dadgehê, piştî navberê daxwaza Buroya Mafê Jinan a Baroya Rihayê ya mudaxilî doza Eylem Tîler bibe, red kir û ji bo amadekirina mutalayê dosya pêşkeşî dozger kir. 
 
Dadgehê dûre danişîn taloqî 24’ê Adarê kir.