Ji bo doza Eylem Tîller banga hestyariyê

  • 09:07 3 Sibat 2020
  • Hiqûq
RIHA - Di doza Eylem Tîller ya hat qetilkirin de ev du sale hîna biryar nehatiye dayîn. Parêzer Zeynep Dîlek Polat ji bo runiştina ku wê di 4’ê Sibatê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin  banga xwedîderketina li dozê kir.
 
Li Wêranşara Rihayê di 12’ê cotmeha 2017’an de  jina bi navê Eylem Tîller li mala xwe mirî hatibû dîtin û hatibû îdiakirin ku întîxar kiriye. Li ser giliyê malbatê hevjînê wê Huseyîn Tîller hat binçavkirin û girtin. 5’emîn runiştina doza Huseyîn Tîller di 21’ê mijdara 2019’an de li 4’emîn Dadgeha Cezyê Giran a Rihayê hat dîtin. Gumanbar Huseyîn Tîller, parêzerê wî Muharrem Tîller, Îsmaîl Alakuş,  dayika Huseyîn Tîller ku beyî girtin tê darizandin Hanî Tîller, parêzerê wê Halîl Tuysuz û Seroka Komeleya Piştevaniya Mala Jiyanê ya Jinan û parêzera Eylemê, Zeynep Dîlek Polat û  ji Midûriyeta Xizmetên Civakî û Xebatê ya Malbatî  Samet Koylu tevlî runiştinê bibûn.
 
Gumanbar Huseyîn Tîller parastina xwe ya berê dubare kir û  daxwaza tahliyeya xwe kir.
 
‘Eylemê întîxar nekir, hat qetilkirin’
 
Parêzera Eylemê, Zeynep Dîlek Polat diyar kir ku li gorî îfadeyên şahidan, raporên krîmînal û raporên otopsiyê yên di dosyayê de cih digirin, tê dîtin ku maktul plankirî hatiye kuştin û got: “Aşkere ye ku jineke ciwan mafê wê yê jiyanê ji dest hatiye girtin û qetilkirin. Di runiştinan de hewl hatiye dayîn ku maktul û malbata wê bê darizandin û li şûna pêkanînên gumanbar, psîkolojiya maktulê û rewşa wê ya malbatî hatiye lêpirsînkirin. Ev jî tê wateya ku mexdur tê sûcdarkirin.
Parastineke ku wijdana civakê hejandiye hatiye kirin. Delîl pir zelal derdixe holê ku Eylemê întîxar nekiriye, hatiye qetilkirin. Em daxwaz dikin ku gumanbar bê cezakirin û cezayê wî neyê daxistin. Mixabin bêcezahiştin û daxistina cezayan cesaretê dide mêran. Ji ber vê jî jin tên qetilkirin.Ji bo baweriya bi edeletê winda nebe û wijdana civakê rehet bike, em dixwazin ku gumanbar bi awayekî herî giran bên cezakirin.”
 
Parêzerê gumanbar, Muharrem Tîller jî wek parêzerên gelek gumanbarên din îdia kir ku têkiliya Eylem û malbatê bi rêxistinê re heye û bi vê hewldanê xwest ji sûc xwe xilas bikin. Parêzerê gumanbar her wiha daxwaza tahliyeya gumanbar jî kir.
 
Runiştin sibê ye
 
Runiştina dozê di 4’ê Sibatê de tê dîtin. Parêzera Eylemê Zeynebê ji bo runiştina ku di 4’ê Çile de tê dîtin bang li hemû rêxistinên jinan kir ku divê xwedî li dozê derkevin.