Hevşaredarên Pasûrê hatin tehliyekirin

  • 16:55 11 Kanûn 2019
  • Hiqûq
AMED - Hevşaredarên Pasûrê û 3 kesên li gel wan di daneşîna dozê ya 1'emîn ku hat kirin de hatin tehliyekirin. 
 
Daneşîna doza ku derbarê hevşaredarên Pasûra Amedê Fatma Ay û Mehemt Fatîh  de bi sûcdariya "Bi çeka biyolojîk, kîmyev mirov kuştine"  hat vekirin û ji peywirê hatibûn girtin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Daneşîna hat kirin de hevşaredar Fatma û Mehmet Fatîh, Şener Aktaş, Emîn Ay û Abîdîn Karaman ji girtîgeha ku lê diman bi şertê ku dernekevin derveyî welat hatin tehliyekirin.