Hevşaredarên Pasûrê hatin tehliyekirin 2019-12-11 16:55:26   AMED - Hevşaredarên Pasûrê û 3 kesên li gel wan di daneşîna dozê ya 1'emîn ku hat kirin de hatin tehliyekirin.    Daneşîna doza ku derbarê hevşaredarên Pasûra Amedê Fatma Ay û Mehemt Fatîh  de bi sûcdariya "Bi çeka biyolojîk, kîmyev mirov kuştine"  hat vekirin û ji peywirê hatibûn girtin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Daneşîna hat kirin de hevşaredar Fatma û Mehmet Fatîh, Şener Aktaş, Emîn Ay û Abîdîn Karaman ji girtîgeha ku lê diman bi şertê ku dernekevin derveyî welat hatin tehliyekirin.