Parêzer Nurcan Kaya: Ev doz tenê Muzeyyenê eleqedar nake

  • 09:20 7 Îlon 2019
  • Hiqûq
Şehrîban Aslan
 
AMED - Muzeyyen Boylu ku li Amedê ji aliyê mêrê ku dest jê ber dida ve hat qetilkirin, yekemîn rûniştina wê dê di 9’ê îlonê de pêk tê. Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Nurcan Kaya banga tevlîbûna runiştinê kir û got: “Ev doz tenê Muzeyyenê eleqeder nake.”
 
Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, ji bo rûniştina parêzer Muzeyyen Boylu ya ji aliyê mêrê ku dest jê ber dida ve hat qetilkirin, ya di 9’ê îlonê de pêk tê bang kir. Rûniştin li 7’emîn Dadgeha Ceza Giran a Edliyaya Amedê saet di 09.30’an de wê bê dîtin. Navenda Mafê Jinan ya wê mudaxîlê rûniştinê bibe, diyar kir ku wê gelek baro, saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl tevlî bibin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê Nurcan Kaya, diyar kir ku ew zêde ji zor û zehmetiyên ku Muzeyyenê di pêvajoya destberdanê de jiyaye, agahdar nebûne û wek gelek jinî Muzeyyenê jî nexwestiye tiştên jiyaye zêde bê bihistin û wiha axivî: "“Bi tena serê xwe hewl daye dozê çareser bike. Dema agahiya mirina Muzeyyenê hat em matmayî man.”
 
Rûniştina yekemîn roja duşemê pêk tê 
 
Nurcanê destnîşan kir ku dosya Muzeyyenê ji aliyê komek parêzer ve hatiye dest girtin û wiha pê de çû: “Roja duşemê wê rûniştin bê dîtin. Der barê rûniştinê de amadekarî hat kirin. Me daxuyanî da û rayagiştî agahdar kir. Ji ber ku di mijara kuştinên jinan de evqas dezenformasyon û nûçeyên qirêj çêdibin, bi taybet der barê qetilkirina Muzeyyenê de hinek îtham hatin kirin. îftereyên Mesut Issi jî di çapemeniyê de cih girtibûn. Ji ber vê me xwest em hestiyariyekê ava bikin û vexwendiyê rûniştinê bikin.”
 
‘Me hemûyan eleqeder dike’
 
Nurcanê ev tişt vegot: “Roja duşemê em ê bi awayekî qerebalix li wir bin. Ji baroyên din û navendên mafên jinan gelek parêzer wê hebin. Rêxistinên civaka sivîl yên jinan û Amedî wê tevlî bibin. Em dixwazin di vê dozê de hişmendiyê ava bikin. Banga me li hemû kesiye ku tevlî dozê bibin û piştgiriyê bidin.”