Ji bo Canan Kaftancioglû 9 sal û 8 meh ceza hat birîn

  • 16:55 6 Îlon 2019
  • Hiqûq
STENBOL - Danîşîna doza ku bi daxwaza 17 salan ceza li Seroka Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû hatiye vekirin, îro pêk hat û 9 sal 8 meh û 20 roj ceza jê re hat birîn. 
 
Serokê Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû ku di çarçoveya doza ku ji ber parvekirinên wê yên medya civakî yên di navbera sal in 2012-2017'an de bi daxwaza 17 salan ceza lê hat vekirin, cara 3'yemîn derket hemberî dadger. Doza ku têde sûcdariyên mîna "biçûkxistina serokkomar" , "ji ber peywira wî biçûkxistina karmendê cemaweriyê" , "Bi awayekî aşkera biçûkxistina Dewleta Komara Tirkiyeyê" ,"bi awayekî aşkera tehrîkkirina neyartî û kînê ya gel" , "propagandaya rêxistin" li Kaftancioglû tên kirin, li 37'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê îro pêk hat. Serokê rêxistinên CHP'ê yên 80 bajaran ji bo piştgiriyê bidin Cananê hatin ber derê Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Parlamenterên HDP'ê Mûsa Pîroglû û Oya Ersoy jî hatin ber derê edliyeyê. 
 
Beriya ku daneşîn dest pê bike, bi beşdarbûna Canan û kesên ku ji bo piştgiriyê hatibûn ber derê edliyeyê daxuyaniya çapameniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de dovîzên mîna "Dixwazin serkeftinê ceza bikin" û "Qet tû yê bi tenê nemeşî" hatin hilgirtin. Piştî daxuyanî bi dawî bû Canan û kesên pê re ketin edliyeyê. Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ji bo piştgiriyê hat edliyeyê. 
 
Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Heyeta dadgehê helbesa Cananê danişîna beriya niha xwendibû jî li dosyeyê bar kir. Canan li dijî mutalayê parastina xwe kir û got ew ê di vê danişîna xwe de behsa heqîqetê bike. Cananê da zanîn ku wê heqaret li Erdogan û tu kesê din nekiriye û lê di çarçoveya siyasî de Serokkomarê AKP’yî rexne kiriye. Cananê, li pey hevoka “Dinya xweşik dibe însan azad dibe” sekiniye û got ji bo heqîqet derkeve holê ji wê wêdetir divê dadger û dozger bibin berpirsiyar. 
  
Cananê diyar kir ku gotinê wê ji naverokek heqîqetî derdixin û got: “Gotinên min berevajî dikin. Ne 17 sal hûn 27 sal jî ceza li min bibirin, ez ê heqîqetê vebêjim û qala wê bikim. Hûn jî li heqîqetê bigerin. Dema hûn nêzî heqîqetê bibin hûnê hîs bikin ku hûn azad bûne. Wê ev heqîqet me hemûyan azad bike.” 
 
Heyeta Dadgehê ji bo Cananê 9 sal 8 meh û 20 roj ceza birî.