Baroyê ji bo doza Muzeyyen Boylu banga tevlibûnê kir

  • 14:18 6 Îlon 2019
  • Hiqûq
AMED - Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, ji bo endama wan a ku hat qetilkirin Muzeyyen Bolu daxuyanî da û derbarê îdanameya ku hatiye amadekirin de nirxandin kir. Herwiha di daxuyaniya ku hat dayîn de ji bo daenşîna derbarê Muzzeyenê de ku wê roja duşemê saet di 09.30'an de li 7'emîn Dadgeha Cezayê GIran bê dîtin jî banga tevlibûnê kir.
 
Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê, ji bo endama wan parêzer Muzeyyen Boylu a ku ji aliyê mêrê jê li ber berdanê bû ve hat qetilkirin de li avahiya Alîkariya Edlî ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.  Civîn bi tevlibûnêa endamên Navenda Mafên Jinan hat lidarxistin û parêzer Hatîce Demîr derbarê daneşînê de agahî dan. 
 
Jinên piştî Muzeyyenê hat qetilkirin bi bîr anîn
 
Hatîce Muzeyyen û jinên ku piştî Muzeyyenê hatin qetilkirin bi bîr anîn û wiha got: "Li Tirkiyeyê çi dibe bila bibe polîtîkaya dewletê li ser pîroziya malbatê û berdewamiya wê hatiye avakirin. Ev helwesta dewletê jî di be sedema ku jin di warê tundiyê de bê parastin bimînin. Ji ber vê em dibêjin kuştinên jinan polîtîk in.  Tirkiye bi Peymana Stenbolê re soza ku wê ji tundiyê re sifr toleran hebe dabû.  Bi peymanê re hatibû gotin ku çi dibe bila bibe wê ji bo van kesên ku tundiyê li jinan dikin û wan qetil dikin ceza neyê daxistin. Lê daraz li gel vê peymanê jî hîna bi aragûmanên ku tudî û kuştina jinan meşrû dike tev digere û di vê mijarê de ceza dadixwe. "
 
Hatîce diyar kir ku daraz giliyê jinên ku bi tundiyê re rûbirû dimînin cidî nagire û ji bo jinan parastina demildest nayê kirin û wiha berdewam kir: "Daraz li dijî tundiyê cudakariyê dike û bê eleqe tevdigere. Daraz bi vê helwesta xwe jinan wekî ku Muzeyyen Bolu bê parstin hişt jinên din jî bê parstin dihêle û dike hedef."
 
Hatice dıyar kır ku ew ê wekî navenda jinan li her derê bi parêstvanên mafên jinan re bibin şopdarên vê dozê û banga tevlibûna dozê li jinan kir. 
 
Hatice, Diyarbakır Barosu Kadın Hakları Merkezi olarak Türkiye’nin birçok kentinden bu davayı takip eden kadın hakları savunucuları ile birlikte bu davanın ve kadınlara yönelik şiddet davalarının takipçisi olmaya devam edeceklerinin altını çizdi.