Doza Komîteya Amadekar a Newrozê taloqî 19’ê Mijdarê hat kirin

  • 12:46 3 Îlon 2019
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê derbarê 10 kesên di Komîteya Amedekar a Newrozê de cih girtin bi îdaya "bi awayê dijqanûnî civîn pêk anîne û xwepêşandan kirin û rêveberine" îdaname hatibû amadekirin û yekemîn danîşîna dozê îro hat dîtin. Doz taloqê 19’ê Mijdara 2019’an hat kirin.  
 
Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê derbarê 10 kesên ku di komîteya Amadekar a Newroza ku di 21'ê Adarê de hat lidarxistin de îdianame amade kiribû. Serdozgeriyê derbarê 10 kesên ku parlamentera HDPê ya Şirnexê Nuran Îmîr ku wekî axaftvan tevli bernameya Newrozê bû, Hevşaredarên DBP'ê yê Cizîrê Bêrîvan Kutlu û Mehmet Zirix, Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç û endama Meclisa Giştî Zozan Fendîk ku pêşkêşvanî kir de bi îdaya "bi awayê dijqanûnî civîn pêk anîne û xwepêşandan kirin û rêveberine" îdaname amade kiribû. 
 
Daneşîna dozê ya 1'emîn îro lî Dadgeha Cezayê Aslî ya 1'emîn a Cizîrê hat dîtîn. Hevseroka HDP’ê ya Cîzîrê Guler Tunç û 9 kesên din ên ku di derbarê wan de îdîaname hatibû amadekirin û parêzer tevlî dozê bûn. Danîşana dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.
 
10 kesên derbarê wan de îdianameya hatibûn amadekirin li emniyetê îfadeya xwe dubare kirin û beraata xwe xwestin.
 
Doz taloqê 19’ê Mijdarê hat kirin.
 
Piştî ku parastinên hatin kirin heyeta dadgehê 5 deqe navber da daneşîna dozê. Piştî navberê heyeta dadgehê ji ber dadger gûheriye biryar dan ku dosye bê lêkolînkirin û doz taloqê 19’ê Mijdara 2019’an kir.