Jin çi dixwazin, daraz, çapemenî û hikûmet çi dibêje?

  • 09:09 29 Tebax 2019
  • Hiqûq
Habîbe Eren
 
ENQERE - Piştî qetilkirina Emîne Bulut, bi qetilkirina jinên din re helwesta darazê, bêcezabûn, zimanê çapemeniyê û têkoşîna jinan dîsa hat rojevê. Parêzer Arzu Kurt, Rojnameger Burcu Yildirim û ji Platforma Jinan a Enqereyê Esma Çaglak der barê van pirsgirêkan de axivîn.
 
Li Kirikkaleyê jina bi navê Emîne Bulut ji aliyê mêrê ku dest jê berdabû, Fedaî Baran ve hat qetikirin û piştî vê jinan qêrîna Emîneyê ya ‘Ez naxwazim bimirim’ li qadan anîn ziman. Piştî kuştina Emîneyê helwesta darazê, qanûna hejmara 6284, Peymana Stenbolê, nîqaşên nefeqeyê û zimanê çapemeniyê dîsa hat rojevê. 
 
Parêzer Arzu Kurt, Rojnameger Burcu Yildirim û ji Platforma Jinan a Enqereyê Esma Çaglak der barê van pirsgirêkan de nirxandin kirin.
 
‘Hikûmet di alî konjonkturel de neçar ma’
 
Arzu Kurd diyar kir ku qanûna hejmara 6284 û Peymana Stenbolê bi armanca pêşî li ser şîdeta li ser jin, zarok û mexduran bê girtin hatiye amadekirin û peymana Stenbolê jî di 2011’an de ji îmzeyê re hatiye vekirin û got: “ Tirkiye yekem welatê ku ev peyman îmze kiribû. Di heman demê de qanûna hejmara 6284 di 8’ê Adara 2012’an de hat qebûlkirin û hikûmet di alî konjokturel de neçar ma ku erê bike. Bi taybet di navbera salên 2002-2009’an de kuştinên jinan ji sedî 1400 zêde bû û ji ber vê hikûmet neçarî van hewldanan ma.”
 
Arzuyê bi lêv kir ku qanûna hejmara 6284 ji bo hewcedariyên jinan pêk bên, berpirsyariyek zelal dide ser milê dewletê, rê û rêbazên hiqûqî pêk tîne û wiha pê de çû: “Lê di rayagiştî de û pratîkê de tenê wek qanûna ku tedbîra ji malê û kes dûr dixe tê zanîn. Di rewşa ku ev tam pêk bê de hewcedarî bi sererastkirineke qanûnî ya din namîne. Gelek jin naveroka wê nizanin û nikarin xwe bigihînin mafên xwe, ji mafên xwe yên hiqûqî, aborî, derûnî bêpar dimînin.”
 
‘Divê em bi israr bin ku baş pêk bê’
 
Arzuyê daxuyakirin ku di demên dawî de ev qanûn di hedefa hikûmetê de ye û ev qanûn destkeftiya herî mezin a têkoşîna jinan e û wiha got: “Divê em li dijî van êrîşan destkeftiyê xwe biparêzin. Di heman demê de ev dibin sedema şîdet û kuştinên jinan. Divê em israra xwe ya ku hikûmet vê tam pêk bîne bidomînin. Kuştina Emîne Bulut û cînayetên din ên jinan ên piştî wê pêk hatine, nîşan dide ku têkoşîn qels e. Ji sedî 91’ê kuştinên jinan ji aliyê xizmên wan ve pêk tên. Ev cînayet tenê bi kaxizeke dûrxistinê, pêşî nikare lê bê girtin. Li Tirkiyeyê sererastkirinên qanûnî tê nînin. Divê pêvajoyeke avakirinê ya li gorî armanc û rihê wê pêk bê. Divê dadger, dozger, parêzer, hêzên ewlehiyê, xebatkarên şêwirmendiya piştgiriyê vê li ber çavan bigire.”
 
‘Şîdet bi AKP’ê re sîstematîk bû’
 
Arzuyê destnîşan kir ku di 17 sal desthilatdariya AKP’ê de tevî ku îstîsmar, zewaca temenê biçûk de û kuştinên jinan kêm nebûye jî, ligel vê zext û tunehesibandina azadiya jinê hatiye rewakirin û di dema AKP’ê de bêguman şîdeta li ser jinê sîstematîk bûye. 
 
Arzuyê got yek ji pirsgirêkên herî mezin polîtîkayên bêcezakirin û biryarên darazê ne û wiha pê deçû: “Ji bo kujerên jinan ji rewşa baş û tahrîkê ceza tên kêmkirin. Yanî hiqûq ne li alî jinan, li alî mêran biryaran dide.”
 
‘Gelo çapemenî tenê bûyerek sansasyonel dike nûçe?
 
Nûçegîhana Evrensel û Ekmek ve Gul, Burcu Yildirim jî diyar kir ku zimanê çapemeniyê bandorê li ser zêdebûna kuştinên jinan dike û wiha pê de çû: “Peyama hevjînê Emîneyê yê berê ‘hewce bike e zê razêm’, bi kêr digeriya, tehdîdên wî yên li hember malbatê, ger Emîne jiyana xwe ji dest neda dibe ku me qet nebihîsta jî. Lê pirsgirêk ji vir dest pê dike, gelo mirovek çawa tê vê rewşê, civak çawa bêdeng dimîne, gelo çapemenî heta bûyerek sansasyonel dernekeve nûçeyê çênake? Piştî mirina Emîneyê şûnde dîsa jinek ji aliyê hevjînê xwe ve rastî êrîşa bi kêr hat û ji 20 cihî hat kêrkirin û qetilkirin. Gelo hîna çend jinên ku hatine kuştin û agahiya me jê tune hene. Ji bo vê dereng be jî tu tedbîr nayê girtin. Dengê Emîneyê bi qêrîna ‘ez naxwazim bimirim’ hat bihîstin. Çapemeniyê jî ev bi xemgînê pêşwazî kir û bal kişandin ser êş û windahiya malbatê.” 
 
‘Şîdeta mêr tê rewakirin’
 
Ji Platforma Jinan Esma Çaglak jî diyar kir ku sedema zêdebûna kuştinên jinan û şîdeta li ser jinan, mêrantiya ku ji aliyê dîktatoriya yekmêrî ve tê rêxistinkirin, bi bandor e û wiha pê de çû: “Serokê Giştî yê AKP’ê û gelek siyasetmedarên AKP’ê şîdeta mêr rewa dike. Dema ziman û şêwaza ku jinan davêje plana duyemîn bi polîtîkayên AKP’ê re dibin yek, mêr ji kuştin û şîdetê xwe nade alî. Ligel vê yekê divê polîtîkayên AKP’ê yên der barê jinan de cuda bên vekirin. Peymana Stenbolê, kanûna hejmara 66284 û mafê nefeqeyê ji aliyê AKP’ê ve rastî êrîşan tên. Li dijî van êrîşan têkoşîn tê dayîn û mezinkirin. Salên pêş wê bibin şahidê têkçûna desthilatdariya yekmêrî ya li hember vê têkoşînê.”