29 sal ceza li tecawizkar birîn

  • 14:19 27 Tebax 2019
  • Hiqûq
STENBOL - Muhammed Vasif beriya çend mehan li Stenbolê zarokeke 5 salî îstîsmar kiribû, di rûniştina yekemîn a dozê de heyeta dadgehê 29 sal ceza li Muhammed birîn. Eren Keskîn ku bi gelek rêxistinên jinan re dozê şopand got ku vê carê biryareke ras hatiye dayîn. 
 
Muhammed Vasif beriya çend mehan li navçeya Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê zarokeke 5 salî îstîsmar kiribû. Rûniştina yekemîn a doza Vasif, li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Strenbolê hat dîtin. Rûniştina ku gelek saziyên jinan tevlî bûn, Vasif ku eslê xwe ji Pakistanê ye û li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî dimîne jî lê amade bû. Rûniştina ku parêzerên zaroka 5 salî jî tevlî bûn, bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir.
 
Bersûc Vasif ku ji bo parastinê mafê axaftinê girt, mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî û parastina xwe nekir. Piştî parastina parêzvanan, heyeta dadgehê navbereke kurt da rûniştinê. Piştî navberê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi sûcdariya "Ji azadiyê bêpar hiştina kes" û "Îstîsmara zayendî ya biwesf" 29 sal ceza li Muhammed birî. 
 
Piştî bidawîbûna rûniştinê saziyên jinan li ber edliyeyê daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn diyar kir ku li gorî daxwaza wan daraz zû bi dawî bûye û wiha got: "Hêvî dikim ku biryara hatiye ji bo dadgehên din jî bibe mînak. Vê carê biryareke rast dane."