Dadgeha Bilind mafê karkera ducanî parast

  • 12:48 17 Tebax 2019
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina ducanî dev jî lêgerîna mafê xwe berneda û herî dawiyê qezenç kir û bû mînak. 9'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind mafê jina ku bi hinceta ducanî bû ji kar hatî derxistin parast. 
 
Biryara 9'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind ji bo jinan girîng û mînak e. Ev biryar bi mîlyonan karkerên jin eleqedar dike. Jina ducanî dev ji lêgerîna mafê xwe berneda û bi ser ket û Dadgeha Bilind jî mafdariya jina ducanî qebûl kir.
 
Jina ku di şîrketê de wekî pispora ewlehiya kar di departmana qelîtê de dixebitî, ji ber ku ducanî bû ji kar hat derxistin. Jina ducanî serî li 4'emîn Dadgeha Kar da. Lê bi îdiayên xebatkarên şîrketê diyar kirine ku kar nedikir, bê bi hûrmetî nêzî kesan dibû û her wiha xwediyê şîrketê jî bi îdîayên kar nedikir xwe parast. 4'emîn Dadgeha Kar, biryar da ku jina ducanî a dozdar  îdiayên xwe piştrast nekirine û daxwaz red kir. Lê jina ducanî biryar qebûl nekir û doza xwe bir dadgeha bilind. Dadgeha Bilind jî îdiayên dozdar piştrast kir û biryara dayîna tezmînatê da.  
 
'Divê wekhev nêzî karkeran bibin'
 
9'emîn Daîreya Hiqûqê ya Dadgeha Bilind biryareke mînak da. Di biryarê de hat diyarkirin ku rêgeza nêzîkatiya adilane di tevahiya qada hiqûqê de derbastar e û di biryarê de wiha hat gotin: "Divê karsaz di navbera karkeran de cudakariyên kêyfî nekin. Her wiha divê wekhev nêzî karkeran bibin. Qanûna Kar a bi hêjmara 4857'an jî vê daxwazê piştrast dike. 
Divê karsaz di nav karkeran de cudakariyê nekin. Dema ku karker cudakariyê îspat bike û delîlan pêşkeş bike, divê karsaz bikaribe dijberî vê îspat bike."
 
'Tazmînata cudakariyê dê bê dayîn'
 
Di biryarê de ev tişt hatin gotin: "Li gorî naveroka dosyayê û peyamên maîlê dozdar li dijî rêgezên kar û xebatê derneketiye. Dijberê wê ji hêla rêveber ve karê ku dikir hatiye ecibandin. Diyare ku dozdar ducanîbûna xwe bi belgeya nexweşxaneyê ji kesên eleqedar re ragihandiye. Lê piştî demekê rêveber ji midûriyeta çavkaniya kar re bi hinceta êdî di kar de qelsiyan dijî nivîsek şand û diyar kir ku êdi kes naxwaze bi wê re bixebite û dawî li karê wê anîne. Li gorî delîlên di dosyayê de heyî ducanîbûna dozdar hincet hatiye nîşandan û ji kar hatiye derxistin. Şert û mercên tazmînatê ya cudakariyê pêk hatine. Li gorî xala 5'emîn a Qanûna 4857'an jî şirketê îdîayên xwe piştrast nekirine. Em wekî dadgeh, dema xebata dozdar li ber çavan digirin û di çarçoveya xala 5'emîn de biryarê didin ku tazmînata cudakariyê bê dayîn. Biryara 4'emîn a Dadgeha Kar xira dikin."