Ji bo girtiya Doza Nisêbînê Jiyan Ay cezayê muebetê

  • 09:09 15 Tebax 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Jiyan Ay ya ku dema pevçûnên Nisêbînê de hat binçavkirin û girtin, ji dosya xala 302’emîn dihat darizandin û cezayê muebeta giran lê hat birîn. Ji dosya hat tefrîkkirin jî dîsa der barê Jiyanê de heman ceza hatibû xwestin û runiştina biryarê ya dozê wê di meha îlonê de bê dîtin.
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di navbera 2015-2016’an de 5 caran qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û di wê pêvajoyê de 17 jê zarok 70 kes hatin binçavkirin û girtin. Der barê kesên hatin girtin de ji 19 sûcî 76 caran cezayê muebeta giran tê xwestin û ji sûcên din jî der barê girtiyan de dîsa lêpirsîn hatin destpêkirin. Jiyan Ay jî yek ji van girtiyan e. Derbarê Jiyanê de sê dozên cuda hatin vekirin û ji xala 302’emîn doz lê hat vekirin û ji vê dozê cezayê muebeta giran girt. Jiyan ku li girtîgeha Jinan a Qeyseriyê dima, piştî cezayê wê teqez bû, ji ber prosedurê ew xistin hucreya yek kesî.
 
Sê dosyayên cuda
 
Der barê Jiyan Ay de cuda cuda ji xalên TCK 302, 174 û 282 doz hatin vekirin û ji xala 302’an cuda hat darizandin û cezayê wê hat erêkirin. Ji xala TCK 174 jî ku bi sûcdariya ‘madeya bi xeter li ser wê hatiye dîtin’ hat darizandin û 13 sal û 4 meh ceza lê hat birîn. Ceza ji Dadgeriyê bi hinceta darizandina ne hiqûqî ye şûnde hatibû şandin.
 
Du dosyayên din cuda bi encam bûn
 
Ji bilî dosya ku ceza jê girt, di dosyayek din de jî ji ber heman sûdariyan tê darizandin. Parêzeran ev rewş wek trajîkomîk nirxandin. Jiyanê ji ber îdianameya der barê wan de hatibû amadekirin ceza girt û piştre ceyê wê hat xerakirin. 
 
Li gorî prosedurê ji ber cezayê wê yê muebetê hatiye teqezkirin wê Jiyan 10 salan di hucreya yek kesî de bimîne û dosya wê ya din ku dîsa bi muebetê tê darizandin wê di îlonê de biryara wê bê dayîn. Piştî biryarê Jiyan xistin hucreya yek kesî.