Derbarê lêpirsîna serdana goristanê de biryara neşopandinê hat dayin

  • 11:11 10 Tebax 2019
  • Hiqûq
AMED - Ji ber ku rêveberên HDP'ê di Cejna Remezanê de çûbûn serdana Goristana Sisê ya li Licê derbarê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi encam bû. 
 
Rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 3'ê Hezîranê de bi munasebeta Cejna Remezanê çûbûn serdana goristanên li Kuçeya Yolçati û Sisê yên Navçeya Licê ya Amedê. Serdozgeriya Komarê ya Licê bi sûcdariya "Kirina propagandaya rêxistinê" derbarê rêveberên HDP'ê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Lêpirsîn bi biryara neşopandinê bi encam bû.