Eylem Amak bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê hat kirin

  • 17:19 5 Tebax 2019
  • Hiqûq
MÊRDÎN - Dozgerê komarê yê Mêrdînê piştî îfadeya Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Eylem Amak girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişîne ser rewşa Eylemê daxuyaniyek da û xwest Eylem bê berdan. 
 
Polîsan duh êvarî Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Eylem Amak li ketina Mêrdînê dema ji Konferansa Navendî ya HDP'ê ku li Amedê pêk hat vedigeriya rawestandin û binçav kirin. Eylem di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Mêrdînê ya di 24'ê Tîrmehê de dabû destpêkirin hat binçavkirin. Eylaem a ku hat binçavkirin, birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Şevê din îfadeya Eylemê hat girtin û  îro piştî nîvro sewqî serdozgeriy Mêrdînê kirin. Endam û rêveberên HDP'ê û malbat jî hatin pêş edliyeya Mêrdînê. Dozger piştî îfadeya Eylemê girt bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" sewkî Hekîmtiya Ceza ya Sulhê kir. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê jî piştî Eylem sewqî dozgeriyê kirin daxuşanî da û xwest ku Eylemê serbest berdin.