‘Li dijî îstîsmara zayendî federasyon û dozgeriyê tedbîr negirt’

  • 09:07 5 Tebax 2019
  • Hiqûq
ENQERE - Yavuz Ozdemîr li kuluba sporê ya xwediyê wê bû li hember zarokan îstîsmara zayendî pêk anî û di rojen borî de rûniştina wî ya yekem pêk hat. Parêzera dosyayê Gîzem Ozden got: “Ev şexs hêza xwe ji arenaya siyasî digire. Bi awayekî ecêb du caran biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn. Piştî îtîraza sêyem doz tê vekirin. Di 2016’an de jî ev şexs ji ber îstîsmarê hatiye gilîkirin. Lê ne federasyon û ne jî dozgeriyê tedbîr negirtiye.”
 
Li navçeya Çankaya a Enqereyê der barê Yavuz Ozdemîr de ji ber sûcê li hember 4 zarokan îstîsmara zayendî pêk aniye ji sûcên ‘îstîsmara zayendî’, ‘êrîşa zayendî’, ‘kes ji azadiyê bêpar hiştin’ bi giştî bi daxwaza ji 101 salî heta 239 salan îdianame hat amadekirin. Yavuz Ozdemîr ku girtî tê darizandin rûniştina wî ya yekem di 22’ê Tîrmehê de li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Eneqereyê hat dîtin. Yavuz Ozdemîr di parastina xwe de îfadeyên gumanbarên dozên îstîsmarê dubare kir.
 
Parêzer Gîzem Ozden jî dosya nirxand û got ev pêvajo di eywana werzîşê ya aydê Yavuz Ozdemîr de pêk hatiye û wiha got: “Yek ji muvekîla min çend mehan diçe eywana werzîşê. Di vê pêvajoyê de Yavuz Ozdemîr tacîzan dike. Muvekîla min bi hevalên xwe re parve dike û dibêje li we jî tê kirin an na. Piştre derdikeve holê ku zarok hemû rastî tecawiz an jî tacîzê hatine. Malbatên di 31’ê Adarê de vê hîn dibin gilî zikin. Yavuz Ozdemîr tê binçavkirin û girtin.”
 
Federasyon û dozgeriyê tedbîr negirtine
 
Gîzemê bi lêv kir ku piştî Yavuz Ozdemîr tê girtin şûnde gelek kesî xwe gîhandiye wê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî îdianame gihaşt me jinek din xwe gîhand me. Jinê got di 12 salî de rastî tehdîd û tecawiza Yavuz hatiye. Ev doz ne dozeke ku çend kes tê de mexdûr bûne. Em dibînin ev kes seranserê jiyana xwe ya werzîşê kesên hatine wir îstîsmar kiriye. Me hewl da em xwe bigihînin hinek kesan lê wan xwe dan alî. Vî kesî bi taybet zarokên pirsgirêkên malbatî jiyane tercih kiriye. Bi taybet zarokên dê û bavê wan ji hev veqetiyane. Di îfadeyê de îdia kir ku ‘ew wek bavê wan bûye, xwedî li wan derketiye’. Got ‘malbat xwedî li zarokên xwe dernakevin’. Di sala 2016’an de jî ev kes hatiye gilîkirin. Lê ne federasyon û ne jî dozgeriyê tedbîr negirtiye.”
 
‘Em ê kesê ku hewldaye malbatan bi bandor bike gilî bikin’
 
Gîzemê destnîşan kir ku rûniştina di 22’ê Tîrmehê de pêk hatiye girtî hatiye meşandin û got: “Beriya rûniştinê kesekî xwe wek parêzerê Yavuz Ozdemîr daye nasîn û li muvekîlek min geriyaye. Gotiye ‘keça min çûye wir tiştek wisa hebûna wê min neşandiba’. Bi vê gotinê hewl daye malbatan bi bandor bike. Em ê vî kesê ku hewl daye malbatan bi bandor bike, gilî bikin. 
 
Gîzemê daxuyakirin ku rûniştina duyem wê di 14’ê Cotmehê de bê dîtin û got heyeta dadgehê xwestiye ku zarokên mexdûr bên guhdarkirin û wiha got: “Ev şexs hêza xwe ji arenaya siyasî digire. Bi awayekî ecêb du caran biryara ‘neşopandinê’ hat dayîn. Piştî îtîraza sêyem doz tê vekirin. Di 2016’an de jî ev şexs ji ber îstîsmarê hatiye gilîkirin. Lê ne federasyon û ne jî dozgeriyê tedbîr negirtiye. Ez bang li hemû jinan dikim ku di vê mijarê de bibin kirdeya têkoşînê.”