Rûniştina Rojnameger Kibrîye Evren sibehê ye

  • 10:37 17 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
AMED- Wê sibê danişîna biryargirtinê ya doza Rojnameger Kîbriye Evren ku 9 meh in di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye bê dîtin. Berdevka MKGP'ê Ayşe Guney ji bo beşdarbûna rûniştina Kîbriye Evren bang kir û got:"Em bang li hemû rêxistinên çapemeniyê dikin ku ji bo parastina rojnamegeriyê beşdarî rûniştinê bibin."
 
Rojnameger Kîbriye Evren, di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Sibê danişîna biryargirtinê ya doza Evrenê wê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê pêk bê. 
 
Ji ber ku Kibriye di greva birçîbûnê de bû beşdarî 5'emîn rûniştinê nebûbû û xwe neparastibû. 
 
Dozger heta 20 salî ceza xwest
 
Dozger beyana şahidên veşartî pêşkeş kiribû û bi hinceta Kibriye di nav xebatên TJA'yê de cih girtiye û bi îdiaya "Endama rêxistinê" ji 7 salan heta 15 salan bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" heta 5 sal ceza ji bo Kibriye dixwaze. 
 
Ji bo parastina rojnamgeriyê banga beşdarbûna rûniştinê 
 
Berdevka Platforma Rojnamgerên Jin ên Mezopotamyayê  (MKGP) Ayşe Guney bang ji bo beşdarbûna rûniştinê kir û got:"Em di destpêkê de bang li hemû jinên rojnameger û li hemû rêxistinên çapemeniyê dikin ku ji bo parastina rojnamegeriyê beşdarî rûniştina Rojnameger Kîbriye Evren bibe."
 
'Ya ku tê darizandin azadiya girtina nûçeyan e'
 
Ayşeyê got:"Ya ku li vir tê darizandin rojnamegerî ye, azadiya girtina nûçeyan e. Di pêvajoyek ku rojnamegeriyê dikin bin lingên xwe de divê em piştgiriyê bidin hevalên xwe yên Rojnameger û hêzê ji hevdu bigirin."