Rûniştina Rojnameger Kibrîye Evren sibehê ye 2019-07-17 10:37:15   AMED- Wê sibê danişîna biryargirtinê ya doza Rojnameger Kîbriye Evren ku 9 meh in di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de ye bê dîtin. Berdevka MKGP'ê Ayşe Guney ji bo beşdarbûna rûniştina Kîbriye Evren bang kir û got:"Em bang li hemû rêxistinên çapemeniyê dikin ku ji bo parastina rojnamegeriyê beşdarî rûniştinê bibin."   Rojnameger Kîbriye Evren, di 9'ê Cotmeha 2018'an de li Amedê hatibû binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Sibê danişîna biryargirtinê ya doza Evrenê wê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'an a Amedê pêk bê.    Ji ber ku Kibriye di greva birçîbûnê de bû beşdarî 5'emîn rûniştinê nebûbû û xwe neparastibû.    Dozger heta 20 salî ceza xwest   Dozger beyana şahidên veşartî pêşkeş kiribû û bi hinceta Kibriye di nav xebatên TJA'yê de cih girtiye û bi îdiaya "Endama rêxistinê" ji 7 salan heta 15 salan bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" heta 5 sal ceza ji bo Kibriye dixwaze.    Ji bo parastina rojnamgeriyê banga beşdarbûna rûniştinê    Berdevka Platforma Rojnamgerên Jin ên Mezopotamyayê  (MKGP) Ayşe Guney bang ji bo beşdarbûna rûniştinê kir û got:"Em di destpêkê de bang li hemû jinên rojnameger û li hemû rêxistinên çapemeniyê dikin ku ji bo parastina rojnamegeriyê beşdarî rûniştina Rojnameger Kîbriye Evren bibe."   'Ya ku tê darizandin azadiya girtina nûçeyan e'   Ayşeyê got:"Ya ku li vir tê darizandin rojnamegerî ye, azadiya girtina nûçeyan e. Di pêvajoyek ku rojnamegeriyê dikin bin lingên xwe de divê em piştgiriyê bidin hevalên xwe yên Rojnameger û hêzê ji hevdu bigirin."