ÎHD’ê rapora îstismara zarokan aşkera kir

  • 16:49 1 Tîrmeh 2019
  • Hiqûq
EDENE - ÎHD’ê li Edeneyê ‘Rapora Binpêkirinên Mafên Zarokan’ a 7 mehî aşkera kir.
 
Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, ‘Rapora Binpêkirinên Mafên Zarokan’ a 7 mehî aşkera kir. Li gel parêzvanên mafê mirovan rêveberên Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê li civîna ku li avahiya şaxê pêk hat amade bûn.
 
Berdevka Komeleya Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD’ê ya Edene Bêrîvan Aydemî ragihand li cîhanê di warê destdirêjî û destavêtina zarokan û  bûyerên êşkenceyê de Tirkiye di rêza 3’an de ye.
 
Binpêkirinên mafan wiha hat rêzkirin;
 
“Îstismara zayendî ya zarokan: 136 jê zarokên kur bi giştî 497 zarok
 
Nêzîkatiyên xirab û şîdeta di nav malê de: 65 jê zarokên kur bi giştî 190 zarok
 
Mirinên di bûyerên adlî de: 6 jê zarokên kur bi giştî 9 zarok
 
Mirina bi şewatê: Zarokek
 
Întixar: 2 jê zarokên kur bi giştî 3 zarok
 
Hewldana întixarê: 26 jê zarokên kur bi giştî 95 zarok
 
Bi sedema avê bûyerên xeniqîn: 4 zarok
 
Di bûyerên civakî de destgîrkirin: 27 zarok
 
Destdanîna ser zarokan: 15 jê zarokên kur bi giştî 97 zarok
 
Destavêtin: 2 zarok”