ÎHD’ê rapora îstismara zarokan aşkera kir 2019-07-01 16:49:25   EDENE - ÎHD’ê li Edeneyê ‘Rapora Binpêkirinên Mafên Zarokan’ a 7 mehî aşkera kir.   Komîsyona Mafê Zarokan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, ‘Rapora Binpêkirinên Mafên Zarokan’ a 7 mehî aşkera kir. Li gel parêzvanên mafê mirovan rêveberên Şaxa Egîtîm Sen a Edeneyê li civîna ku li avahiya şaxê pêk hat amade bûn.   Berdevka Komeleya Mafê Zarokan a Şaxa ÎHD’ê ya Edene Bêrîvan Aydemî ragihand li cîhanê di warê destdirêjî û destavêtina zarokan û  bûyerên êşkenceyê de Tirkiye di rêza 3’an de ye.   Binpêkirinên mafan wiha hat rêzkirin;   “Îstismara zayendî ya zarokan: 136 jê zarokên kur bi giştî 497 zarok   Nêzîkatiyên xirab û şîdeta di nav malê de: 65 jê zarokên kur bi giştî 190 zarok   Mirinên di bûyerên adlî de: 6 jê zarokên kur bi giştî 9 zarok   Mirina bi şewatê: Zarokek   Întixar: 2 jê zarokên kur bi giştî 3 zarok   Hewldana întixarê: 26 jê zarokên kur bi giştî 95 zarok   Bi sedema avê bûyerên xeniqîn: 4 zarok   Di bûyerên civakî de destgîrkirin: 27 zarok   Destdanîna ser zarokan: 15 jê zarokên kur bi giştî 97 zarok   Destavêtin: 2 zarok”