Dozger ji bo doza panzerê îtîraz kir

  • 09:55 26 Hezîran 2019
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Dozgerê dosyeya Doza Panzêrê ya Silopî ku du birayên hev panzêr li wan qelibî û jiyana xwe ji dest dan îtîrazî biryara beratê ya bersûcan kir. 
 
Li navçeya Silopî ya Şirnexê di 3’yê gulana 2017’an de polîs Omer Yegît ê li ser fermana amirê polîsan Murat Maden hatibû wezîfedarkirin li Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên birayê hev qeliband û ew kuştin. Danişîna biryara doza derbarê her du polîsan de roja 19’ê hezîranê hat dîtin. Dadgeha Cizîrê derbarê polîsan de biryara beratê da. Dozgerê dosyeyê li dijî biryara dadger derket û îtîrazî biryara beratê kir. 
 
Parêzerên malbata mezdûran jî li dijî biryarê serî li dadgeha îstînafê dan.