Dozger ji bo doza panzerê îtîraz kir 2019-06-26 09:55:33   ŞIRNEX - Dozgerê dosyeya Doza Panzêrê ya Silopî ku du birayên hev panzêr li wan qelibî û jiyana xwe ji dest dan îtîrazî biryara beratê ya bersûcan kir.    Li navçeya Silopî ya Şirnexê di 3’yê gulana 2017’an de polîs Omer Yegît ê li ser fermana amirê polîsan Murat Maden hatibû wezîfedarkirin li Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên birayê hev qeliband û ew kuştin. Danişîna biryara doza derbarê her du polîsan de roja 19’ê hezîranê hat dîtin. Dadgeha Cizîrê derbarê polîsan de biryara beratê da. Dozgerê dosyeyê li dijî biryara dadger derket û îtîrazî biryara beratê kir.    Parêzerên malbata mezdûran jî li dijî biryarê serî li dadgeha îstînafê dan.