‘Dewleta li hemberî DAIŞ’ê toleransê dike, bi destê darazê jî dide berdewamkirin’

  • 09:08 27 Nîsan 2019
  • Hiqûq
ENQERE - Parêzer Îlke Işik diyar kir ku di dosya Komkujiya Gara Trenê ya 10’ê Cotmehê de, Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê agahiyên ku hatine xwestin nedane û dosya bi zanebûn kêm hatiye hiştin û wiha got: “Her merciya dewletê, li hember DAIŞ’ê tolerans pêk aniye, di darazê de jî ev pratîk tê nîşandan.”
 
Ji aliyê Hêzên Ked û Demokrasiyê di 10’ê cotmeha 2015’an de li Enqereyê hat xwestin ku Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê pêk bê, lê ji aliyê DAIŞ’ê ve êrîş pêk hat û 103 kesî jiyana xwe ji dest da, ji 500’î zêdetir kes birîndar bûn. Piştî êrîşê bombeyên gazê yên polîsan avêtin di dîmenan de tên dîtin û derket holê ku destûr nedan ku birîndar jî bên xilaskirin. Di her asta darazê de biryareke ku malbatan rehet bikin nehat dayîn. Gelek DAIŞ’iyan piştî 3 salan şûnde ceza girtin û runiştina 16 gumanbarên fîrarî hîna didome. Di runiştina duyem a gumanbarên fîrarî de, di dosyayan de kêmasî hene û agahiyên nayên dayîn hene. Vê jî carek din rê li ber bertekên malbatan vekir.
 
‘Hulya Bali der barê DAIŞ’ê de xwedî agahiye’
 
Yek ji parêzerên dozê Îlke Işik, diyar kir ku helwesta serokê dadgehê li hember gumanbar Hulya Bali nîşandaye li dijhiqûqiye û Hulya Bali  gelek agahiyên ku pêşketina dosyayê biguherîne, dizane. Îlkeyê wiha got: “Ji ber Hulya Bali û hevjîna endamê DAIŞ’ê Denîz Buyukçelebî, Şengul Buyukçelebî di runiştinê de tunebûn, me nikaribû pirsên xwe bipirsin lê aqûbet wê dîsa heman bûna.  Sedema me ya ku ev di dosyayê de cih bigire ev bû. Ev bi hevjînên xwe re çûna Sûriyeyê û şer kirine. Ev jin xwedî gelek agahîn e. Me yê der barê dosyayê de pirs bipirsiya. Me yê der barê komkujî û gumanbaran de pirs bipirsya. Li Kilîsê kesî der barê van de pirs ji wan nepirsiye. Girtekên der barê ku hatiye girtin de jî hatin, derket holê ku di dosyayê de kesî ji wan tiştek nepirsiye. Heyeta dadgehê li pêş vê bû asteng.”
 
‘Ayşenur Încî wek bombeya zindî hat perwerdekirin’
 
Îlkeyê destnîşan kir ku bi israr hatiye xwesetin ku jinên DAIŞ’ê radestê Tirkiyeyê bikin û wiha axivî:  “Wekê ku bêsûcin û li pey hevjînên xwe çûne, nîşan didin. Çend heb ji van di dosya me jî de hatin dîtin. Ayşenur Încî li Tirkiyeyê di meha Kanûnê de bi bultena şîn lêgerîna wê hebû lê tevî vê ji aliyê dadgeha Semsûrê û dozgeriyê ve hatiye berdan. Ji ber bertekên rayagiştî dîsa hatiye girtin. Jinek DAIŞ’î ye.  Me der barê hemû fîrarî û gumanbaran de agahî xwest. Midûriyeta Giştî ya Emniyetê bersiv da nivîsa me û  li ser îfadeyên Ayşenur Încî nirxandin kirine.  Gumanbaran nas dike, dizane li ku derê ne, di kîjan pozîsyonan de ne.  Me xwest Demet Şener û Ayşenur Încî jî bê guhdarkirin. Ji ber Demet Şener û Ayşenur Încî wek bombeyên zindî hatine perwerdekirin.”
 
‘Îstîxbaran di mijara nedayîna agahiyan de israr dike’
 
Îlkeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku tevî komkujiya herî mezin a Tirkiyeyê hatiye jiyîn jî di dosyayê de belge û agahî kêm in û  wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kîjan fîrarî li ku derê vê komkujiyê cih digire, kîjanî plan kir? Berpirsê wê yê Dîlokê kî ye? Kê talîmata vê komkujiê da? Ev pirsên me bê bersiv hatin hiştin. Me der barê van pirsan de ji Îstîxbaratê re got ‘di destê we de çi belge hene, bişînin ji me re’. Heyeta dadgehê di  runiştina borî de daxwaza me qebûl kir. Lê Serokatiya Daîreya Îstîxbaratê got ‘hun nikarin wek delîl bikar bînin’. Bikaranînan wek delîl an jî nebikarinîn biryara dadgehê ye.  Ji bo agahîyan nedin me berxwe didin. Îstîxbarat bersiva her tiştî dide, fikra wan der barê her tiştî de hey. Lê ji bo komkujiya herî mezin a Tirkiyeyê dibêje em agahî nadin we.” 
 
 ‘DAIŞ’î yek bi yek hatine berdan’
 
Îlkeyê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku gelek gumanbarên fîrarê beriya komkujiyê hatine girtin û berdan û got DAIŞ’î yek bi yek hatine berdan. Îlkeyê bi lêv kir ku gelek şîfreyên welat di vê komkujiyê de ye lê dewlet pratîka ku berpirsyariyên xwe piştgûh dike nîşan dide û daraz, hemû sazî vê dikin. Îlkeyê wiha dawî lê anî: “Her merciya dewletê, li hember DAIŞ’ê tolerans pêk aniye, di darazê de jî ev pratîk tê nîşandan.”