‘Biryarên DDB’ê û zîhniyeta AKP’ê pêşî li îstîsmarê vedike’

  • 09:09 26 Nîsan 2019
  • Hiqûq
WAN - Parêzer Mujde Tozbey diyar kir ku divê civak li dijî îstîsmara li hember zarokan pir baldar bin û divê bertekê nîşan bidin û wiha got: “Dixwazin qanûnê jî li gorî xwe eyar bikin. DDB ya destûrê dide mehra olî û pêşnûmeya AKP’ê dema bibin yek, tişta tê pêşberî me ev e ku zarokên keç li gorî xwe didin zewicandin.”
 
Nîqaşên der barê ‘pêşnûmeya ‘efûya zewacê’ ku di sûcên îstîsmara zewacê de mexdûr bi gumanbar re didin zewicandin, hîna didomin û mixabin her roj bûyerên îstîsmarê jî ji rojevê dernakevin. Herî dawî li Kuçukçekmece ya Stenbolê li taxa Kanarya zaroka 5 salî rastî îstîsmarê hat û hîna gumanbarên wê nehatine dîtin. Bûyerek din a îstîsmarê jî ji taxa Ataturk a taxa Îkîtelî hat.
 
Parêzer Mujde Tozbey bi lêv kir ku AKP, mudaxaleyê sererastkirinên der barê îstîsmara zarokan a Qanûna Cezaya Tirk dike û ev mudaxale şaş in û wiha pê de çû: “Di esasê de xalek me ya TCK’ê heye. Li gorî vê xalê hemû nêzîkatiyên li hemberî temenê 18 salî wek îstîsmar tê dîtin. Lê mixabin AKP’ê temenê 15 salî jî zêde dibîne.”
 
Mujdeyê balkişand ser gotinên desthilatdariya AKP’ê û alîgirên wê yên weke ‘zarokên keç dikarin bizewicin’, ‘dikare bi zarokên keç ên 9 salî re bizewicin’, ‘dikare bi zarokên 6 salî re mehr bê birîn’ û wiha got: “Ev gotin jî vê vedibêje; Wê demê sînorê temenê di Qanûna Cezaya Tirk de dikare daxînin 15’yî. AKP her tim vê pêşnûmeyê tîne hemberî me. Ger civak jî li dijî vê dernekeve wê ev bibe qanûn. Divê civak li dijî vê derkeve.”