‘Veşartina doza Rabîa Naz edelet têk bir’

  • 09:12 22 Nîsan 2019
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Jinan diyar kirin ku neronîkirina rewşa bi guman a der barê mirina Rabîa Naz de hesta edeletê ya di civakê de têk biriye lê gel li her derê bertek nîşanê vê dide û bang li hemû kesî kirin ku xwedî li vê dozê derkevin.
 
 Li navçeya Eynesîl a Gîresunê di 12’ê Nîsana 2018’an de zaroka bi navê Rabîa Naz Vatan ya 11 salî  bi guman jiyana xwe ji dest da. Dê û bavê wê têkoşîna hiqûqê dan û li gelek bajarên Tirkiyeyê bertek hat nîşandan.  Meclîsên Jinan, Hêza Yekitiya Jinan û Platforma Jinan a Îzmîrê jî bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku nokteya di kuştinên zarokan de hatinê rizandinê nîşan dide.
 
‘Mafê zarokan di ser ser her tiştî re ye’
 
Ji Meclîsa Jinan Hîlal Susuz, got ji ber ser bûyerê tê veşartin, mirina Rabiayê wek cînayet qebûl dikin û wiha got: “Bûyera Rabîa Naz tiştek bi bîra me xist; Maf û jiyana zarokê li ser her tiştî ye.  Gelê ku êdî ji hinek tiştan eciz bûye got ‘bes e’. Li 81 bajarî kesên wek me difikirin hene.”
 
Ji Meclîsa Jinan Zehra Polat jî bi lêv kir ku di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de îstîsmara zarokan du kat bûye û qanûn li şûna pêşî li cînayetan bigire û ronî bike, serê bûyeran digire û ev jî birîna civakê kûr dike. Zehrayê bang li hemû gel kir ku divê li cem malbatê cih bigire û got ji bo welatekî ku zarok, jin lê nayên kuştin, rastî şîdetê nayên wê têbikoşin.
 
 Endama Jin Bihev re Xurtin Hîvda Selen jî wiha got: “Dewlet qanûnên xwe jî pêk nayne. Berteka civakê li hember vê heye. Gel bi vê bertekê li Eynesîl AKP hilnebijart. Em jî çalakiyan dikin û kesên derdorê jî piştgiriyê didin me. AKP ji ber vê jî me wek terorîst nîşan dide. Ev jî zirarê dide hesta edeletê ya civakê.  Edelet dirize.”