Ji bo bersûcê Neslîhan Kaya ‘Cezayê muebetê’ xwestin

  • 14:50 19 Nîsan 2019
  • Hiqûq
DÎLOK - Meclîsa Jinan a Dîlokê berî danişîna doza darizandina Îlhan Kaya yê hevjîna xwe Neslîhan Kaya bi 38 derbên kêrê kuştin li ber Edliya Dîlokê kombûn û xwestin cezayê muebetê ji bo bersûc bê dayîn. 
 
Danişîna doza darizandina Îlham Kaya yê li Dîlokê di 13’ê Çeleya 2018’an de hevjînê xwe dayika 4 zarokan Neslîhan Kaya îşkence kir û bi 38 derbên kêrê qetil kir li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê hat dîtin. Endamên Meclîsa Jinan a Dîlokê berî danişîna biryar darbarê bersûc de bê dayîn, li ber avahiya edliyê daxuyanî da çapemeniyê. Xizmên Neslîhan Kaya ya hat qetilkirin, endama MYK’a ESP’ê Denîz Aktaş, rêveberên HDP’ê û gelek parêzerên girêdayî Baroya Dîlokê beşdarî danişînê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ji bo Neslîhan Kaya edaletê dixwazin” û dowîzên “Em bêdeng nabin” hat vekirin.
 
'Êdî bes e'
 
Parêzer Tûgba Abaci, daxuyanî da û got: “Ev cînayet, çawan jinek bi awayekê hovane hatiye kuştin nîşan dide. Hevjînê wê bi 38 derbên kêrê hewl da Neslîhan bikuje. Neslîhan Kaya ji ber van derbên kêrê 9 rojan li nexweşxanê di beşa lezgîn de ma û dûre jiyana xwe ji dest da. Ji bo ku em ji cînayetên jinan re bêjin ‘êdî bese’ em li vê derê ne. Ji ber ku bersûc bi nexweşiya şizofrene, ji bo wî tê gotin ku ehliyeta wî ya cezayî tuneye. Lê bersûc bi xwe di dema danişîna xwe ya destpê kê de gotibû, ‘dema min kuşt, ez di ferqa wê de bûm. Min dizanî dê bimire.’ Ev jî dide nîşandan ku bersûc di ferqa encamên dê derbikevin holê de bû. Ango ev cînayet bi zanebûn kiriye. Ji ber vê em dixwazin cezayê muebeta giran ji bo Îlhan Kaya bê dayîn. Em hincetên nexweşiya şîzofrenîk qebûl nakin.”
 
Piştî daxuyaniyê, jin ji bo ku dozê bişopînin derbasî avahiya edliyê bûn.