Dosyayên çalakgerên greva birçîbûn kirin yek

  • 16:56 8 Nîsan 2019
  • Hiqûq
AMED -Doza 28 kesên ji ber çalakiya greva birçîbûnê sûcdariya “propaganda rêxistinê kirine” ku cuda hatibû vekirin kirin yek. 
 
Di doza 28 kesên ku bi armanca piştevaniya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye, girtiyên li girtîgehan û kesên din ên li derve bikin ketin grevê de biryara ku dosyayên wan bikin yek hat dayîn. 
 
Danişîna doza 28 kesan li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Dozger di danişînan de xwest dadgeh der barê doza 28 kesan da biryara dosye bibe yek bide. Dadgehê jî biryara doyse bibe yek da.
 
Yên ku bi îdaya "Sucê rêxistinî kirine" dosyeya wan kirin yek ev in: “Fatma Yakoglu, Makbule Ozbek, Rehşan Kalhan, Muazzez Altinkaynak, Raîfe Ergul, Yuksel Elmas, Aysel Tufan, Yildiz Kardeş, Giyasettîn Duman, Hasîna Guler, Remziye Bayram, Sevîm Coşkun, Sakîne Yakut, Gulîstan Ektî, Mehmet Fadil Dalay, Bahar Karakaş Ulug, Faruk Altun, Fatîn Kagan Arslan, Mehmet Şîrîn Karakaş, Kemal Baran, Mehdiye Kartal, Sertîp Yetîş, Selahattîn Kurt, Remziye Sizici, Ramazan Ungur, Suleyman Akkuş, Murat Cîhan Sabaz û Orhan Taşer.”