Derbarê dosyaya rojnameger Rohat Aktaş de biryara bêşopandinê

  • 11:41 6 Nîsan 2019
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Derbarê dosyaya Mudurê Nûçeyan ê Rojnamzeya Azadiya Welat Rohat Aktaş ku di dema qedexweya derketina derve de ji bo nûçe bişopîne çû Cizêrê û di jêrzemînan de jiyana xwe ji det da de biryara bêşopandinê hat dayîn. 
 
Li Şirnex û li Cizîrê di navbera salên 2015 û 16'an de ku qedexeya derketina derve hat ragihandin de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Dosyayên lêpirsînê ku derbarê kesên hatin qetilkirin de hatin vekirin yek bi yek bi hinceta "Li gorî hiqûqê ne" hatin girtin, herî dawî derbarê dosyaya Mudurê Nûçeyan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ku ji bo nûçe bişopîne çû Cizîrê û di jêrzemînekê de jiyana xwe ji dest da jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve biryara 'Pêdivî  bişopandinê tune ye' hat dayîn. 
 
Piştî bi mabat xwe re axivî bi 6 rojan jiyana xwe ji dest da
 
Rohat ê ku çû Cizîrê û di nav qedexeyê de ma herî dawî berî ku jiyana xwe ji dest bi de di 6'ê Sibata 2016'an de bi malbata xwe re bi telefonê têkilî danîbû. Rohat piştî ku bi malbata xwe re axivî û şûnde di 12'ê sibatê de li jêrzemînekê cenazeyê wî hat dîtin.  Ji bo kesên ku bi rohat re di jêrzemînê de girtî mabûn û birîdar bûn hel hat dayîn ku rakin nexweşxaneyê lê ev hewldan jî ji aliyê polîsan ve hat astengkirin, banga çapemenî û saziyên sivîl a ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bê encam ma.  Li ser mînakên xwînê ku malbata Rohhat dan hat aşkerakirin ku cenazeyê rohat li Morga Tipa Edlî ya li Deriyê Sînor a xabûrê ku seyar hatibû avakirin.
 
Derbarê lêpirsîna ku ji bo Rohat hatibû vekirin di 26'ê Adara 2019'an de biryara bêşopandinê hat dayîn. Ji bo neşopandina dosyayê jî wekî hincet hat gotin ku li cihê cenazeyê Rohat lê hatiye dîtin hin cenazeyên din jî hebûne û ev kes endamên YPS'ê bûne.
 
Wê parêzer di rojên pêş  de ji bo biryar bêlpandinê ya dozê ku hat dayîn îtîraz bikin.