Nameya ku îşkenceya sîstematîk nîşan dide derket holê

  • 09:05 6 Nîsan 2019
  • Hiqûq
Hîkmet Tunç
 
WAN - Jina bi navê Sîbel Çobandede ji aliyê Cahît Çobandede ve ku 6 mehan pê re zewicandî mabû ve rastî îşkenca sîstîsmatîk hat û hat qetikirin. Nameyeke Sîbelê ku mehek beriya bê qetilkirin nivisiye derket holê. Yek ji tespîta herî mezin a îşkencê di nameyê de ye û tevî delîl û şahidan jî Cahît hîna ceza negirtiye.
 
Sîbel Çobandede di 31’ê Gulana 2016’an de li Elbaqa a Wanê ji aliyê hevjînê wê Cahît Cobandede ve hat qetilkirin. Sîbel ya rastî şîdeta sîstematîk a Cahît hat, derket holê ku mehek beriya bê qetikirin, nameyek nivîsiye û tiştên jiyaye vegot. Sîbel ya ji şîdetê reviya û li cem malbata xwe bi cih bû, Cahît dixwest wê şûnde bibe malê. Cahît ji bo vê partiyên siyasî xist dewrê. Nameyeke ku ji aliyê Sîbelê ve hatiye nivîsîn derket holê.
 
6 mehan rastî şîdeta psîkolojîk û fîzîkî hat
 
Malbatê diyar kir ku mînaka nameyê bi dosyayê re li cem dozgeriyê ye û tevî vê ligel ku 3 sal e Sîbel hatiye qetilkirin, Cahît hîna nehatiye cezakirin. Sîbel di nameya xwe de diyar dike ku di 6 meh zewaca xwe de her tim rastî şîdeta fîzîkî û psîkolojîk hatiye û wiha dibêje: “Her tim li min dixist. Ez davêtim derve, digot ez te naxwazim. Ez kolan bi kolan digerandim. Li serê min dixist. Rojekê ji bo diranê xwe çû nexweşxanê, got tu jî bê. Ez pir nexweş bûm. Lê ji tirsan ez çûm. Ew derman bû û ez jî runiştim. Ji min re got tu li pêş doktor runiştî, doktor tu ecibandiye.”
 
‘Ji ber êşê ranezam’
 
Sîbel di berdewamiya nameyê de diyar dike ku ducanî maye lê carekê neçûye doktor û got ji rûyê wî de bebeka xwe winda kiriye û wiha berdewam dike: “Ji min re got ‘amadekarî bike malbata min tê malê’. Bira, amûjn, dayik û bavê wî hatin mala me. Got biçe destê wan maçî bike. Min jî çû destê wan maçî kir. Piştre Cahît hat mutbexê got te çima destê biraziyê min girtiye. Piştî mîvan çûn bi awayî tund li min xist. Ji ber êşê ez ranezam. Ez her şev bi tirs radizam. Min her şev dua dikir. Ez li malê wek di girtîgehê de bim. Nedihişt ez tiştekî bikim. Şîdet li min dikir.”