Daneşîna doza Çaglar Demîrel taloq kirin

  • 15:33 4 Nîsan 2019
  • Hiqûq
AMED - Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Çaglar Demîrel a girtî tê darizandin hat dîtin. Daxwaza berdanê ya ji bo Çaglar Demîrel hat redkirin.  
 
Danişîna ewil a doza Parlamentera HDP’ê ya Amedê ya berê Çaglar Demîrel ku bi îdaya “Gel arasteyî kîn û dijminiyê kiriye”, “Li dijî qanûna meş û civînan tevî hişyariyê belav nebûye”, “Endamtiya rêxistinê” û “Propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandinê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. 
 
Parêzerên Çaglar, Reynan Yalçindag Baydemîr, Mesût Beştaş û Şeyhmus Bayhan beşdarî danişînê bûn. Çaglar mazereta xwe nîşan da û bi rêya dîmen beşdarî danişînê nebû. 
 
Parêzeran parastina miwekîla xwe kir û gotin ew tevli mutalaya dozger nabin. Parêzeran xwest miwekîla wan bê berdan. 
 
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran a berdanê red kir û danişînê taloqî 14’ê gulanê kir.