Ji bo gotina ‘Birêz Ocalan’ dîsa lêpirsîn hat vekirin

  • 09:05 27 Adar 2019
  • Hiqûq
Dîlan Babat
 
ENQERE - Li sê siyasetmedarên jin ên HDP’î ku bi hinceta di Newroza Îzmîrê de  di axaftinên xwe de ‘Birêz Ocalan’ bi kar anîne lêpirsîn hat vekirin. Di 2012’an de ji aliyê Dadgeriyê ve îbareya ‘Birêz Ocalan’ ketibû çarçoveya azadiya fikir û ramanê. Lê di 2019’an de dîsa bû mijara lêpirsînê.
 
Li Hevberdevka HDK’ê  û Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca tevlî pîrozbahiya Newroza Îzmîrê bûbûn û ji ber di axaftinên xwe de îfadeya ‘Birêz Ocalan’ bi kar anîn, der barê wan de lêpirsîn hat destpêkirin.
 
Polemîka bi salane didome
 
Polemîka ‘Birêz Ocalan’ ya bi salane didome, carek din hat rojevê. Li Meclîsê di axaftinan de ji ber îfadeya Birêz Ocalan ceza hatin dayîn, her wiha bû sedema gelek girtinan jî. Herî dawî  di 2012’an de Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di daxwaznameya derbarê tenduristiya wî de ‘Birêz Ocalan’ bi kar anî û ji ber vê derbarê wî de doz hat vekirin.  Yekemîn Dadgeha Cezaya Sul a Elbîstanê bi îdiaya ‘pesnê sûc û sûcdar dayîn’ ceza da parêzer, piştî biryar çû temyîzê şûnde dosya çûbû 8’emîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê.
 
Dadgeriyê biryara dadgeha herêmî xera kir û diyar kir ku îbareya ‘Birêz Ocalan’ divê di çarçoveya fikr û ramanê de bê nirxandin.
 
‘Di qanûnan de sûc nîne, bi hezaran biryarên darazê hene’
 
Serpîl Kemalbay a HDP’yî diyar kir ku der barê mijarê de teblîgat ji wê re neçûye û ev nirxandin kir: "Di pêvajoyeke ku daraz bûye siyasî û veguheriye daraza qesrê de, em şahidiya kuştina hiqûqê dikin û bêguman ev tişt jî sivik dimînin. Binpêkirinên mafan ên giran normal tên dîtin, rêgezên dewleta hiqûqî bi giştî hatine terkirin bêdadî, dijhiqûqî, derketiye asta herî jor. Em bi hêza ku  bidin demokrasiyê dikin van rojên zehmet derbas bikin. Gotina Birêz Ocalan ne sûc e.  Bi hezaran biryarên darazê hene di vê mijarê de."
 
‘Aştî wê çareseriya vê pirsgirêkê be’
 
Serpîlê bi lêv kir ku axaftinên kirine sûc teşkîl nake û got berovajî vê li ser demokratîkbûn, civakek wekhev,  axivîne û wiha dawî lê anî: “Hewldana Birêz Ocalan a ji bo lêgerîna diyalog û muzakerê ya 2013’an gelek girîng e. Divê em tu car dest ji muzakere û diyalogê bernedin, em zimanê aştiyê biaxivin. Pirsgirêkên 100 salî yên Tirkiyeyê bi înkar û şer nehatin çareserkirin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye. Aştî wê teqez çareseriya vê pirsgirêkê be.”